Li Semsûrê piştî 7 rojan ceyran hate dayîn 2023-02-12 09:01:12 SEMSÛR - Li navenda Semsûrê piştî 7 rojan, bi awayekî qismî ceyran dan hinek herêmên ku xesar kêm lê çêbûye.  Li Semsûrê piştî 7 rojan ceyran dan herêmên ku ji erdhejê kêm bandorbûyîn. Di 6’ê sibatê de piştî erdhejê li navenda bajar av û ceyran hatibû qutkirin. Piştî ku bi ser erdhejê re 140 saet derbas bûn, bi awayekî qismî ceyran dan hinek deverên bajar. Hat zanîn ku ji bo malên li jora Taxa Karapinar, avahiyên li ser 3’yemîn Rêya Hawirdorê û hinek ronahiyên kolanan ceyran hate dayîn. Lê belê ava bajar hêj jî nehatiye dayîn.    Di heman demê de şebekeyên operatoran ên li bajar xera bûbûn û piştî anîna îstasyonên bazê yên mobîl, ev pirsgirêk hate çareserkirin.