Gotin ‘heta dozger neyê hûn nikarin defin bikin’ lê kesek nehat 2023-02-12 10:55:28 DÎLOK - Ji welatiyên Taxa Kayabaşi ya li quntarê Çiyayên Amanosê re ku bi derfetên xwe cenazeyan ji bin kavilan derdixînin re gotin; “Heta dozger neyê hûn nikarin defin bikin” lê belê tu kes nehate wê derê. Cenazeyên ku êdî bêhn ketibûyê, piştî 4 rojan hatin definkirin.    Ji ber erdhejê, li navçeya Islehiye ya Dîlokê hilweşîneke mezin çêbû. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê li ser gelek kavilan berdewam in. Bi ser re 7 roj derbas bûn lê dîsa jî gelek taxên çoltarê hêj kesekî xwe negihandiyê. Lewma welatî hewl didin bi derfetên xwe birînên xwe derman bikin.    WAN BI XWE CENAZE DERXISTIN    Ji ber kevirên ku ji Çiyayên Amanosê ketin xwarê, stûnên ceyranê şikestin û ceyrana Taxa Kayabaşi hatiye birîn. Hewcehiya şêniyên gund herî zêde bi kon û sotemeniyê heye. Tax, li qontarê çiyê hatiye avakirin û her çende ku kesên dilxwaz alîkariya xurekan jê re kiribe jî, saziyên dewletê hêj niha jî nehatine taxê.    ‘ME TU RAYEDAR NEDÎTIN’   Welatiyê bi navê Osman Sezer ku ji bin kavilan rizgar bû lê destê wî yê rastê birîndar bûye, da zanîn ku tevî bi ser erdhejê re gelek roj derbas bûn lê heta niha jî tu rayedar nehatine serdana wan û ev tişt anî ziman: “Kesên xêrxwaz alîkariyê didin me. Ne şaredar, ne qeymeqam û ne jî me kesekî din dît. Nifûsa taxa me 900 kes bûn û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li taxa me 350 mal hene. Herî kêm 100 ev hilweşiyan. Ji sedî 70’an jî ziyan gihiştê. Kesên xêrxwaz alîkariya xurekan didin me. Me şeva ewil li kolanê derbas kir û hêj jî li derve ne. Kon tune ne, heta serê sibehê em agir hil dikin û li ber dimînin. Me karî zarokekî 4 roj piştre derxînin. Şêniyê gund, cenaze bi xwe derxist. Em nizanin bê ka ji ber kavilan mir, ji ber sermayê yan jî ji birçan.”    CENAZE 4 ROJAN DAN SEKINANDIN   Sezer, destnîşan kir ku cenazeyê jinekê 3 roj piştre û yê zarokekî jî 5 rojan piştre ji bin kavilan derxistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozeriyê agahiya ‘heta ku ez neyêm hûn nikarin cenazeyan defin bikin’ ji me re hat. Lewma me cenaze li mala şînê dan sekinandin. 4 roj piştre qeyd kirin û me jî defin kirin. Tevî hewayê sar jî êdî bêhn ji cenazeyan dihat. Me cenazeyên hemû gundiyan li mala şînê dan sekinandin. Lê şaredarê me yek carê jî telefonek venekir û sersaxî nexwest.”   Herî dawî jî Sezer ev tişt anî ziman: “Îktîdara heyî, rayedar û partî di dema hilbijartinê tên û ji bo ku em dengê xwe bidin wan her tiştekî dikin. Dibêjin ‘em ê wiha bikin, wiha bikin.’ Lê piştî hilbijartinê yek tiştekî nakin. Çêkirina dora rûbar jî di nav de, tu sozên xwe pêk ne anîn. Me heta niha tu rayedar nedîtine. Dê demekî nêzî hilbijartinê bên.”    MA / Mujdat Can