Dewlet hem alîkariyê nade û hem jî yên alîkariyê didin asteng dike 2023-02-12 12:32:02   OSMANIYE - TIR’a alîkariyê ya ku HDP’ê ji Îzmîrê bo mexdûrên Osmaniyeyê şandibû û ji hêla polîsan ve hatibû astengkirin, li Edeneyê hate valakirin. 2 kesên hatin binçavkirin jî hatin berdan.    Li ser daxwaza mexdûrên erdhejê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Îzmîrê TIR’eke alîkariyê şand Osmaniyeyê. Lê polîsan şevê din dest danîn ser TIR’ê. Bi hinceta “Destûra walîtiyê tune ye”, nehiştin TIR bikeve bajar û ajokar û biraziyê wî jî hatin binçavkirin.    Ajokarê TIR’ê ku piştî kar û barên îfadegirtinê hate berdan, diyar kir ku polîsan ev gef li wan xwarine: “Hûn nikarin van tiştan deynin Osmaniye, Hatay û Mereşê. Ji Edeneyê û şûnde hûn ku derê bixwazin deynin wê derê.”   Hat zanîn ku TIR’a alîkariyê li Edeneyê hatiye valakirin.