Eren: Dema gel di bin kavilan de can dida, medyayê îktîdar diparast 2023-02-12 13:01:07 ENQERE – Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê da zanîn ku medyaya îktîdarê rastiyên erdhejê vedişêre û wiha got: “Dema mirovan di bin kavilan de can dida, medyayê hewl da îktîdarê biparêze.”    Di encama erdhejên Bazarcix a Mereşê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û niha jî bi dehhezaran mirov di bin kavilan de ne. Ji ber ku di du rojên ewil de tu tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî ji bo herêmê nehatin şandin, bi hezaran mirovan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî 25 saet piştî erdhejê derket pêşberî kamerayan û ragihand ku ji bo 3 mehan li 10 bajaran OHAL hatiye ragihandin. Tevî ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan jî medyayê hewl da îktîdarê biparêze û OHAL weke “mizgînî” ragihandin. Piştî erdhejê jî medyaya nêzî îktîdarê bi AFAD’ê re xebitî.    BO MEDYAYÊ FERMAN ŞANDIN: RASTÎ HATIN VEŞARTIN    Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyê (Basin-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkarên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren têkildarî rola medyayê ya di erdhejê de axivî. Eren, bal kişand ser girîngiya 48 saetên ewil ên erdhejê û wiha got: “Di van 48 saetan de ji bilî dilxwazan tu kesî alîkarî nedan mexdûrên erdhejê. Piştî erdhejê serûbin bûn. Îktîdarê nekarî vê pêvajoyê birêve bibe û bertekên pir mezin li dijî wê çêbûn. Kesên di bin kavilan de li ser medyaya civakî peyam parve kirin, navnîşan dan û bertekên mezin çêbûn. Xuyaye ku bo medyaya îktîdarê ferman çû ku her tim dîmenên alîkarî û xebatên rizgarkirinê kişand. Tiştekî girîng e ku mirov bi saxî bên derxistin lê bi zanebûn rastî veşartin.”   ‘REWŞA KRÎZÊ VEGUHERÎ ÊRIŞA SER ROJNAMEGERAN’    Bi domdarî Eren anî ziman ku li ser navê rojnamegeriyê rezaleteke mezin hatiye jiyîn û wiha derbirî: “Hinek rojnamegeran mîkrofon dirêjî kesên ji bin kavilan hatine derxistin. Li ser rojnamegerên ne ji medyaya îktîdarê jî astengiyên mezin hatin derxistin. Rojnamegerên ku serî li ber îktîdarê netewandîn, hewl dan rastiyê bi raya giştî re vebêjin. Ji ber ku nekarîn krîzê birêve bibin, îcar berê xwe dan rojnamegeran û dest bi êrişê kirin. Dema nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS û Halk TV’yê nûçe çêdikirin, rastî êrişan hatin. Dema kesek ji bin kavilan dihat derxistin, hemû kamerayên medyaya îktîdarê li wir bûn lê nûçegihanê Halk TV’yê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hate derbkirin. Hempîşeyên me li Amedê hatin binçavkirin. Hempîşeyekê me jî dema roportaj dikir, tevî kesê pê re roportaj dikir hate binçavkirin. Êdî pirsa karta çapemeniyê ya turkuazê hate kirin. Ku em dizanin bê ka ew kart çawa tên belavkirin. Nadin me û hewl didin nehêlin em rojnamegeriyê bikin.”    BÊWIJDANIYA MEZIN A ÇAPEMENIYA ÎKTÎDARÊ    Eren, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îktîdarê hewl da rastiyan ji gel veşêre. Lewma bi rojnamegeran manşet dan avêtin. Koma Avusturyayê dibêje ‘me xwe gihandê. Em ji qadê dûristin, bang li kamerayan kirin û wan ji wir derxistin.’ Êdî karê wan bûye şov. Hemû rojname û televîzyonên xwe kirine amûra vê şovê. Nûçegihanekî HaberTurkê êdî xwe negirt û rewşa neyînî ya li herêmê vegot. Di medyaya îktîdarê de bêwijdaniyeke pir mezin hate jiyîn. Dema mirovan di bin kavilan de can didan, wan îktîdar parastin. Lê kesek nikare van trajediyên wiha mezin bi propagandayên vî rengî veşêre. Lê tevî her astengiyan û binçavkirinan jî rojnamegeran nûçeyên xwe çêkirin.”   MA / Yusra Batihan