Li Semsûrê piştî 152 saetan jinek ji bin xirbe hat rizgarkirin 2023-02-12 13:10:13 SEMSÛR - Li Semsûrê piştî 152 saetan jinek ji bin xirbeyê avahiyê sax hat derxistin.  Li taxa Elîtaş a Semsûrê xebatên lêgerîn û rigarkirinê didomin. Li ser xirbeyê Sîteya Mercan a li taxa Elîtaşê bi amûra guhdarkirina derdorê xebat hat kirin. Di encama guhdariya deng de tîmên rizgarkirinê xwe gihandin dengê jina bi navê Rabîa ya 22 salî. Tîmên rizgarkirinê xwe berdan cem Rabîayê û wê sax derxistin û rakirin nexweşxaneyê.