Polîsan îşkence li ciwanên dilxwaz kirin û ji bajar derxistin 2023-02-12 13:46:03 SEMSÛR - Li Semsûrê 5 ciwanên ji Amedê ku ji bo tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatibûn bajar, ji hêla polîsan ve hatin revandin, îşkencekirin û piştî hatin tazîkirin ji bajar hatin derxistin.  Ciwanên bi navên Recep Tanriverdî, Aydin Tanriverdî, Yûsûf Atabay, Îbrahîm Tanriverdî û Erhan Tanriverdî ku ji bo bi awayekî dilxwaz tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên Semsûrê bibin ji Qeymeqamiya Çinar a Amedê belge wergirtibûn, ji hêla polîsan ve hatin revandin. Bûyer di saetên şevê de qewimî. Ciwanên ku piştî derxistina cenazeyê ji Taxa Nû dîsa xwestin xebatên xwe berdewam bikin, cendirmeyan bi îdiaya “gumanbar in” bang lê kirin. Cendirmeyan her 5 ciwan radestî polîsan kirin û wan jî ciwan revandin. Ciwanên ku birin emniyetê hatin îşkencekirin, çek xistin serê wan. Piştî îşkenceyê jî ava sar li ser ciwanan hate rijandin û birin devera Çakal a li ser rêya Semsûr-Mereşê. Polîsan li vê derê careke din îşkence li ciwanan kirin û bi awayekî tazî ji bajar derxistin.    LI SER LAŞÊ WAN ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HENE      Polîsan dest danîn ser telefonên ciwanan û ciwanekî ku karî telefona xwe veşêre, li Navenda Koordînasyona Krîzê geriya. Li ser vê yekê parêzer û komeke ciwanan a li Navenda Krîzê çûn herêmê. Dema komê ciwan dîtin, li ser laşê wan şopên îşkenceyê hebûn. Ciwan ji vir hatin girtin û birin Navenda Koordînasyona Krîzê. Li ser tevahiya laşê ciwanan şopên îşkenceyê hebûn û piştî tedawiya ewil jî bo rapora derbkirinê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê. Lê ji ber ku lip vir kirarî nedihatin kirin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê hatin kirin.    ÎŞKENCE QEYD KIRIN      Li gorî agahiyên ji ciwanan hatine girtin; polîsên ku îşkence kirin ev pirs jê kirine: “Hûn çima neçûn Amedê? Hûn çima hatin Semsûrê?” Her wiha ciwanan got ku heqaretên giran li wan hatine kirin, di dema îşkenceyê de dîmen û wêneyên wan hatine kişandin.    Her wiha wesayîta ku ciwanan li nêzî Navenda Koordînasyona Krîzê park kiribû jî beriya bûyerê ji hêla kesên tê îdiakirin polîs in ve hatin teqandin û eynika wê hatiye şikandin.    MA / Ahmet Kanbal