TEV-DEM’ê ji ber ambargoyê bertek nîşanî hikûmeta Şamê da 2023-02-12 13:57:33   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê bertek nîşanî hikûmeta Şamê da ku nahêle alîkarî derbasî herêmên erdhejê bibin û wiha got: “Kêmaniya di xizmetê de dike ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.”    Hikûmeta Şamê destûre nade ku alîkariyên mirovî derbasî herêmên erdhejê bibe. TEV-DEM’ê bertek nîşanî hikûmeta Şamê da û da zanîn ku hikûmeta Şamê mijarên însanî polîtîze dike û nahêle alîkarî bên şandin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest alîkariyên mirovî ji deriyê Tayihe yê Minbicê re derbasî herêmên Helebê bike. Lê belê hikûmeta Şamê destûr neda.    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ji rejîma Sûriyeyê xwest ku destûr bide ku alîkarî derbas bibin. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di karesateke mîna erdhejê de hest derdikevin pêş. Lewma jî civak hewl didin ji hêla manewî, exlaqî û însanî ve ji mexdûrên erdhejê re bibin alîkar. Di encama erdheja 6’ê sibatê de bajar bi tevahî hilweşiyan û veguherîn cihên wisa ku nema mirov dikare lê bijî. Welatiyan berê xwe dan deverên vala. Ji ber ku xizmeteke têrker nayê dayîn, hejmara qurbaniyan zêde dibe. Ji ber xemsariya hikûmetê ya li hemberî civakan, hêj gelek qurbanî di bin kavilan de ne.”   NÊZIKATIYA ŞAMÊ NE ÎNSANÎ LÊ SIYASÎ YE   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Rêveberiya Xweser çendek roj berê ji herêmên Helebê yên hilweşiyayîn, ji taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û ji ka Kantona Şehbayê yên di bin dorpêçê de re alîkariya sotemeniyê şand. Tevî vê rewşa karesatê jî hikûmeta Şamê ne seknekî însanî lê ya siyasî raber dike. Deriyan venake ku alîkarî bigihijin ber destê gelên Sûriyeyê. Banga me ji bo NY û hemû rêxistinên civaka sivîl ên nvaneteweyî ew e ku zextê li hikûmeta Şamê bikin da ku deriyan veke û alîkarî bigihijin herêmên erdhejê.”