HDP li dijî îşkenceya li herêmên erdhejê derket: Îktidarê ji bo îşkenceyê polîsan xistiye dewrê 2023-02-12 14:27:56   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku îktidar li herêmên erdhejê polîs û leşkeran ji bo îşkenceyê xistiye dewrê û got: “Di tu şert û mercan de îşkence nayê qebûlkirin û divê kesên îşkence dikin bêceza neyê hiştin.”    Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdoagan têkildarî îşkenceya ku polîs û leşker li welatiyan ango dilxwazên erdhejê dikin li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Ozdogan da zanîn ku îktidar derfetên heyî yên dewletê di pêvajoya hilbijartinê de ji bo rizgarkirinê welatiyên di bin xirbeyan de bikar neaniye û ew bûne şahid ku gelên Tirkiyeyê ji derfeta dewletê bêtir hewl dane ku birîna bi milyonan mexdûrê erdhejê bipêçin.    ‘ÎKTIDAR ŞIRÎKÊ SÛC E’   Ozdogan anî ziman ku îktidar bûye sedem ku li gelek bajaran bi hezaran jiyana xwe ji dest bide û karesatek mezin rû bide. Ozdogan da zanîn ku îktidar li dijî mexdûrên erdhejê sûc dike û îktidar û mutehatîên ku para wan di hilweşandina avahiyan de hene şirîkên hev in. Ozdogan got ew ê wek Komîsyona Hiqûqê û hiqûqnasên bi rûmet ên vî welatî re sûcên hatine kirin bişopînin.    ‘ÎKTIDAR DIXWAZE SER SÛCÊN XWE VEŞÊRE’    Ozdogan anî ziman ku herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, piştevanî û alîkarî hemû ji aliyê gel ve hatiye kirin û îktidara AKP-MHP’ê ji bo ser sûcên xwe bigirin û veşêrin, ji bo vê felaketa mezin xwe re veguherîne firsendê Rewşa Awarte (OHAL) ragihandiye. Ozdogan diyar kir Serokkomar hêceta ragihandina OHAL’ê wek “pêşîlêgirtina” dizî û talana li herêmên erdhejê eşkere kiriye û berdevkê AKP’ê jî gotibû ku ew ê li dijî talankeran bêguneh tevbigerin.    ‘DIXWAZIN PÊVAJOYA DIJ HIQÛQÎ MEŞRÛ BIKIN’    Ozdogan bal kişand ser êrişên di bin navê “dizî û talanê” de ku li dijî welatî, dilxwazên erdhejê û penaberan tên kirin û got: “Dixwazin bi nûçeyên dizî û talanê zemînek nijadperest çêkin. Li şûna ku birînên gelê me bê pêçandin û cenaze werin veşartin welatî ji bin xirbeyan bên rizgarkirin, lê îktidarê pêvajoya dijhiqûqî ya di bin navê dizî û talanê de dixwaze meşrû bike.”   ÎŞKENCEYA LI HERÊMÊN ERDHEJÊ    Ozdogan bal kişand ser îşkenceya li herêmên erdhejê li welatiyan tê kirin û wiha got: “Daxuyanî û tevgerên îktidarê û rayedaran cesarete dide êrişkaran yanî cesaretê dide polîs û leşkeran. Îktidar li herêmên erdhejê polîs û leşkeran ji bo îşkenceyê xistiye dewrê. Di tu şert û mercan de îşkence nayê qebûlkirin û divê kesên îşkence dikin bêceza neyê hiştin. Her wiha em astengkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê jî qebûl nakin. Li şûna ku alîkariyê xelkê bikin lê pêşî li alîkariya me digirin. Em ê rê nedin van provokasyonan.”