Mexdûrê erdhejê yê Semsûrê: Di her konê de 3 malbat dimînin 2023-02-12 14:37:07   AMED - Mexdûrekî erdhejê yê li Taxa Karapinar a Semsûrê dimîne xwe gihand ajansa me û got ku hewcehiya wan bi konan heye û di halê hazir de her 3 malbat di konekî de dimînin.    Li Semsûrê ku di encama erdhejê de wêran bûye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest didi roj bi roj zêdetir dibe. Mexdûrekî erdhejê yê li Taxa Karapinar a bajar xwe gihand ajansa me û da zanîn ku di mijara cihê mayînê de pirsgirêkan dijîn û konên hatine vedan jî pirk kêm in. Welatî got ku hemû cureyên xebatê jî ew bi derfetên xwe dikin.    'DI HER KONÊ DE 3 MALBAT DIMÎNIN’    Mexdûrê erdhejê diyar kir ku divê li qadên konan hewceye daşirên seyar bên bicihkirin û wiha domand: “Kon, yekser li ser erdê hatine danîn lewma pirsgirêka me ya germahiyê heye. Hêj niha jî pirsgirêka ceyranê nehatiye çareserkirin. Pêdiviya me bi tup û xurekên hişk heye. Wê demê em ê bikarin xwarinên xwe çêbikin. Di mijara konan de hemû mexdûrên erdhejê pirsgirêkan dijîn. Di halê hazir de di her konê de sê malbat dimînin. Hinek malbatan jî bi derfetên xwe hinek kepir çêkirine û il wir dimînin. Me li gorî derfetên xwe daşirên demkî çêkirin. Ma ev rewş dê heta kengî wiha bidome? Banga min a ji bo fîrmayan ew e ku daşirên seyar bînin herêmên erdhejê.”