Wezaretê ji bo zarokên mexdûr ên erdhejê paşve gav avêt 2023-02-12 15:52:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ku eşkere kiribû dê zarokên mexdûrên erdhejê bidin malbatan lê wezaretê bi paş ve gav avêt, xwe derewand û got: “Çiqas niyet û daxwazan wan baş dibe bila bibe, ne mimkin e em ê zarokên xwe radestî wan bikin.”    Di karesata erdhejên ku navenda wê Mereş bû û bandorê li 10 bajaran kir, heta niha 24 hezar û 617 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hê jî li gelek bajaran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li ser avahiyên hilweşiyeyî berdewam dike. Tê diyarkirin ku pitik û zarokên ji bin xirbeyên avahiyên li bajaran sax tên derxistin, rakirine nexweşxaneyan. Lê ji ber kes tine li nexweşxaneyan li wan binêre, malbat nikarin xwe bigihînin zarokên xwe û aqûbeta gelek zarokan ne diyar e. Ji ber ku agahî ji zarokan-pitikan nayê girtin fikarên malbatan zêde dibin. Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Derya Yanik diyar kir ku rewşa têkildarî zarokan di bin kontrola wan de ye û ji bo zarokên mexdûrên erdhejê banga xwedîderketinê li malbatên wan biparêzin kiribû.    Di roja 3’yemîn a erdhejê de (8’ê sibatê) Wezaretê li ser malera xwe daxuyanî dabû û hatibû diyarkirin ku ew zarok û pitikên bêxwedî mane dikarin radestî malbatên dê wan mezin bikin û biparêzin bikin. Wezaretê ji bo vê yekê jî gotibû ew kes ango malbat dikarin serî li Midûriyetê Xizmetên Malbat û Civakî yên bajaran bidin.    Hê jî ku li xirbeyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, welatiyan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya wezaretê da.    WEZARETÊ XWE DEREWAND    Wezaretê li ser nerazîbûnan di 11’ê sibatê de daxuyaniyek nû da û wezaretê xwe derewand ango tekzîb kir. Wezaretê eşkere kir ku radestkirina zarokan a malbatên wan biparêzin ne rast e û ne jî qanûnî ye.    BAROYA ÎZMÎRÊ BERTEK NÎŞAN DA    Endama Desteya Rêveberiya Navenda Mafên Zarokan a Barya Îzmîrê parêzer Zerrîn Şenyil Kale nerazîbûn nîşanî wezaretê da û got: “Helbet em ê vê meseleya zarokan bikin rojev. Xwedîderketina ewil ne ev e ku bang bê kirin. Bêkoordînasyonek mezin û bêliyaketek mezin heye. Ev yek li dijî feydeya zarokan e. Yên serlêdan dikin ji bo xwe baş hîs bikin û wîjdanê wan rehet be viya dikin. Di demên krîzan de ev derdikevin holê. Wezaretê jî rê li ber vê vekir. Daxwaza me ya sereke ew e ku zarok di bin parastina dewletê de ji bo bigihînin malbatên wan biyolojîk, xebat bên kirin. Divê tomarkirin bê kirin. Ewlehî û xwedkirina zarokan nabe ku ji insafa kesan, sazî û malbatan re bê hiştin.”   DI PERGALÊ DE 526 ZAROKÊN MEXDÛR TOMARKIRÎ NE    Li gorî daxuyaniya dawî ya wezaretê 526 zarokên bûne mexdûrên erdhejê di pergala wan de tomarkirîne û di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: “Me ji van zarokan 78 zarok radestî malbatên wan kir. Rewşa 335 zarokên me li nexweşxaneyan tê şopandin. 113 zarokên me jî di bin parastina saziya me de ne. Nasnameya 303 zarokan tê zanîn. Lewma heke di vê pêvajoyê de malbatên wan bên tespîtkirin dê bên radestkirin. Nexwê wê wezareta me wan xwedî bike û biparêze. Nasnameya 223 zarokên me jî nayê zanîn. Heke nasnameya wan bê tespîtkirin û zanîn wê radestî malbatan bê kirin. Heke neyên tespîtkirin dê wezareta me wan mezin bike.”    Li gorî daxuyaniyê hat gotin 190 hezar malbatên ku dê zarokan biparêzin serî li Wezaretê daye û wiha hat gotin: “Çiqas niyet û daxwazan wan baş dibe bila bibe, ne mimkin e em ê zarokên xwe radestî wan bikin. Ji xwe ne mimkin e ev yek qanûnî be jî.”