Mexdûren erdhejê yên Samandagê: Me 6 cenaze bi destê xwe ji bin kavilan derxist 2023-02-12 16:21:02   AMED - Li navçeya Samandagiya Hatayê mexdûrên erdhejê bertek nîşanî îktidarê didin. Dîmena ku gihîştin ber destê ajansa me welatî wiha bertek nîşan didin: “Min bi destê xwe xizmên xwe bin kavilan derxist. Lê hê jî diçin ber kamerayan û pesnê xwe didin.”    Ji ber erdheja ku navenda wê Bazarcix a Mereşê ye 10 bajêr û navçe û gundên wan bi karesatek mezin re rûbirû man. Yek ji van bajarên ku xesarek mezin lê çêbûye jî Hatay e. Li Hatayê û navçeyê wê xesarek mezin çêbûye û gelek kes di bin kavilan de man. Li navçeya Samandagiya Hatayê mexdûrên erdhejê îktidarê rexne dikin û ji bo cenazeyên xwe veşêrin mazot dixwazin. Li gorî dîmenê ku hatiye ji ber nebûna înternetê nû gihîşt ber destê Ajansa Mezopotamyayê, ev dîmen roja 2’emîn a erdhejê hatiye kişandin. Di dîmen de mexdûrên erdhejê îktidarê rexne dikin.    ‘ME CENAZEYAN BI DESTÊ XWE JI BINÊ KAVILAN DERXIST’   Di dîmen de jina ku navê wê nehat zanîn wiha dibêje: “Hûn OHAL’ê tînin lê çima hûn mazotê nadin me. Em nikarin cenazeyên xwe veşêrin. Min bi destê xwe xizmên xwe ji binê kavilan derxist. Lê hê jî diçin ber kamerayan pesnê xwe didin û dibêjin ku ‘Me ewqas mirov rizgar kirine’. Te rizgar kirine ev mirov? Min rizgar kirin min. Heke tu OHAL’ê îlan dikî nexwê mazotê jî ji bo me bîne. Gel oma ev cenaze li vir wê çawa bimînin?”   Kesek din jî ku navê wî nehat hînbûn berteka xwe wiha tîne ziman: “Min bi destê xwe ji binê vî kavilî 6 cenaze derxistin. Ez dikim veşêrim, wesayîta min heye lê mazot tune ye. Ez nabêjim ku beleş bînin. Ez ê bi pereyê xwe bistînim.”