Zarokên Êlihê jî tev li tora piştevaniya bo mexdûrên erdejê bûn 2023-02-12 16:38:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlihê 4 zarokên ku di kumbarayên xwe de pere berhev kiribûn, hatin avahiya HDP’a Êlihê û ji bo zarokên mexdûr ên erdhejê şandin.    Ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê seferberiya li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê û dinyayê hatiye destpêkirin didome. Dilxwaz alîkariya berhev dikin digihînin mexdûran.    Zarok jî tev li tora piştevaniyê ku berbelav bûye dibin. Li Êlihê 3 zarokên temenê wan di navbera 8 û 10 salî de ne çûn avahiya HDP’a Êlhê û pereyên ku di kumbarayên xwe de berhev kiribûn, ji bo zarokên mexdûr ên erdhejê şandin. Zarokên bi navê Sîmal, Zelîha û Mûrat ku pere ji bo zarokan şandin, vê peyamê dna: “Em pereye xwe ji bo zarokên mexdûrên erdhejê dişînin.”    Zarokek din jî hat avahiya HDP’ê û pereye xwe ji bo zarokên mexdûrên erdhejê şand.