Hêj jî alîkarî negihiştine tax û gundên Osmaniyeyê yên gelemperî kurd lê dijîn 2023-02-12 16:43:16   OSMANİYE - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Osmaniyeyê berdewam in. Welatiyan bertek nîşanî nedayîna alîkariyan dan û wiha gotin: “Em nikarin xwe bigihînin saziyên dewletê.” Her wiha hat zanîn ku hêj jî alîkarî negihiştine tax û gundên kurdan ên Osmaniyeyê.    Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja navend Mereşê bibandor bûy jî Osmaniye ye. Xebatên rakirina kavilan berdewam in. Tevî daxwaza ji bo alîkariyan jî alîkariyê nadin gel û mexdûrên erdhejê li bazara semtê û li baxçeyên dibistanan dimînin.    WELATÎ JI AVAHIYÊN BIXESAR ALAVAN DERDIXÎNIN   Avahiyên li taxên Qada Devlet Bahçelî, Rahîme Hatûn, Raûf Bey û Rizaiyê gelemperî hilweşiyan e. Yên ne hilweşiyayîn jî gelemperî xesareke mezin gihiştiyê. Xebatên hilweşandina avahiyên ku rapora xesarê jê re hatiye dayîn dest pê kirin. Li dora avahiyên xesar gihiştiyê tenê şerîda emniyetê hatiye kişandin û li seranserî bajêr ceyran û av tê qutkirin. Ji ber ku alîkarî nagihije gel, tevî xetereya hilweşînê jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwe dikevin avahiyan û alavên xwe jê derdixînin.     'EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN SAZIYÊN DEWLETÊ’   Mexdûrên erdhejê ku nikarin konan peyda bikin, bi şev li ser vagonên trenê dimînin. Alîkariyên ji hêla dilxwazan ve tên belavkirin li çendek navendên diyar hatine komkirin û gelek alîkarî ji hêla polîsan ve tên astengkirin. Lewma jî belavkirina van alîkariyan a li gel zehmet dibe. Welatiyekî ku xesar gihiştiye mala wî da zanîn ku ev 7 roj in li derve dimîne û ev tişt anî ziman: “Em nikarin xwe bigihînin saziyên dewletê. Heta niha tu alîkarî nedane me. Şaredar li holê xuya nake. Em terkî qedera xwe hatine kirin. Em dibêjin alîkariyê bidin me lê dibêjin hûn werin ji xwe re bibin. Gelo em ê çawa bigirin?”    'CIHÊN KU ALÎKARÎ NEGIHIŞTINÊ HENE’   Hevserokê HDP’a Osmaniyeyê Celal Eker da zanîn ku hêj jî tu alîkarî negihiştiye tax û gundên ku gelemperî kurd lê dijîn û ev tişt anî ziman: “Alîkariya ku duh bi TIR’an ji Îzmîrê hatibû şandin ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Em hatin derbkirin û heqaret li me kirin. Karê dewletê ne astengkirina alîkariyan lê alîkarbûn e.”    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen