Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê bi awayeke awarte dicive 2023-02-12 16:49:19   ENQERE - Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê dê sibe bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi awayekî awarte bicive.    Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê sibe dê bi pêşengtiya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar bi awayekî awarte bicive. Xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê û serlêdanên ji bo maseyê hatin dê di civînê de bên nirxandin û dê xebatên navendên krîzan ên li herêmên erdhejê hatine kirin bên nirxandin.    Tê payîn ku di civînê de dê Hevserokê Giştî Mîthat Sancar têkildarî polîtîkayên îktîdarê yên li herêmên erdhejê, kampanyaya alîkariyê ya HDP û rêxistinên civaka sivîl û biryara bêçalakiyê ya KKC’ê daxuyaniyeke girîng bide.    Civîn dê sibe saet di 13.00’an de li Navenda Giştî ya HDP’ê bê lidarxistin.