Parlmenterên HDP’ê serdana mexdûran kirin: Li Dîlokê alîkarî negihîştiye xelkê Rojava 2023-02-12 16:51:27   DÎLOK - Parlamenterên HDP’ê li Dîlokê serdana mexdûrên erdhejê ku di konan de dimînin kirin û diyar kirin ku tu al3ikarî negihîştiye mexdûrên ji rojavayê Kurdistanê û di konekî de 100 kes dimînin.    Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Fîlîz Kerestecîgolû û Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê, serdana mexdûrên erdhejê ku li taxên Akdere, Baybahçe û Guzel Vadî li konana bicih bûne kirin.    JI BILÎ HDP’Ê TU KESÎ SERDANA WAN NEKIRIYE    Di serdanê de mexdûran tengazariyên xwe ji şandeyê re ragihandin  û gotin pêdiviya wan bi kon, betaniye û amûrên germkirinê hene. Mexdûran da zanîn ku ji bilî HDP’ê tu rayedarekî serdana wan nekiriye û du rojan ew tî û birçî mane, dewletê bi tu awayî serdana wan nekiriye û welatiyên derdorê alîkariya wan kirine.    ‘EM DI XIZMETA GELÊ XWE DE NE’    Nûran Îmrî destnîşan kir ku li gel ku hefteyek di ser erdhejê re derbas bûye jî hê jî dewletê alîkariya xwe negihandiye kesî û wiha got: “Bi taybetî welatiyên ji rojavayê Kurdistanê hatine, bi derfên xwe van konan ava kirin e. Di vî konê biçûk de nêzî 100 mirov dijîn. Ev rezaletek mezin e. Ji bo yên di bin kavilan de mane hê jî hêvî heye. E me qebûl nakin ku welatî di vê sermayê de wisa hatine hiştin. Çi pêdiviya wan hebe em wek partî amade ne û di xizmeta we de ne.”