Li Amedê ji bo 250 hezar mexdûrên erdheê cih hat peydekirin 2023-02-12 17:33:15   AMED - Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, heya niha 250 hezar mexdûrên erdhejê li deverên cuda bi cih kirine û rojê xwarinê dide 645-930 hezar mexdûrên erdhejê.    Li Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an girt, Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ku ji aliyê 82 rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî, ked û kar, ji roja ewil ve ji bo erdhejan ketiye nava liv û tevgerê. Navenda Krîzê ya Erdhejê ya di bin banê platformê de, ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî roleke girîng lîst.    Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman ku Rêveberiya Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê de ye, der barê xebatên tên kirin de axivî.    JI BO 250 HEZAR KESÎ CIH   Ûcaman diyar kir ku ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirin amûr û makîneyên kar peyda kirine û got ku stargehên demgborî yên ji bo mexdûrên erdhejê peyda kirine 185 heb in. Ûcaman da zanîn ku li van stargehan 250 hezar mexdûrên erdhejê dimînin û got ku ji xeynî betanî û amûrên paqijiyê, rojêsê dan xwarinê didin 645-930 hezar kesî.    120 ENDEZYAR LI QADÊ NE   Ûcaman diyar kir ku ji platformê 120 endezyar daxilî nav xebatên tespîtkirina xesarê ya Midûriyeta HAwirdor û Bajarsaziyê ya Amedê bûne û got ku amûrên wan ên ji vir şandine Semsûr û MEreşê 2 roj in bi astengiyan re rû bi rû dimînin.    GIRÎNGIYA XWERÊVEBIRINÊ    Ûcaman ji bo koordînasyona ku li bajêr hatiye kirin bal kişand ser girîngiya xwerêvebirinê û got ku rêxistinên civaka sivîl ên Amedê ji berê de xwedî vê tecrûbeyê ne. Ûcaman bibîr xist ku dibe ku ji ber Rewşa Awarte ya hatiye îlankirin xebatên wan bên astengkirin û got ku piştî xebatên tespîtkirina xesarê dê ji bo mexdûrên erdhejê dest bi xebatên stargehên mayinde bikin.