Malbat li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne 2023-02-12 18:55:52   AMED - Li Amedê malbatên ku li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne, hev du teselî dikin.    Li Amedê ji bin kavilên Apartmana Sozelê ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê 4, ji bin kavilên Apartmana Serîn 2 (Cengîzler) a li semta Tesîslera ya navçeya Rezanê 2 cenaze hatin derxistin. Malbatên ku di vê sir û seqemê de li ber kavilên avahiyan li benda derxistina xizmên xwe ne, hev du teselî dikin.    4 cenazeyên ji bin kavilên Apartmana Sozelê hatin derxistin, ji bo tespîtkirina nasnameya wan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Tê gotin ku hê jî 7 kes di bin kavilan de ne.   Tê gotin ku 2 cenazeyên ji bin kavilên Apartmana Serîn 2'yê hatin derxistin jî yên bav û law in. Tê gotin ku hê jî di bin kavilan 40 kes hene.