Pêşî HDP çû: Kesên ku hûn dibêjin terorîst, beriya dewletê gihîştin hawara me 2023-02-12 21:05:42   DÎLOK - Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku dewlet di warê alîkariyê de dereng maye û gotin ku HDP bi hawara wan de hatiye. Mexdûran got: "Kesên ku hûn ji wan re dibêjin terorîst, beriya dewletê gihîştin hawara me."    Li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê û gundên wê ku bandoreke pir mezin ji erdhejê girtin, hê jî gelek lazmatiyên gel nehatiye peydekirin. AFAD û saziyên din ên dewletê hê jî kon negihandine gel. Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, serdana navçeyê û gundên wê dike û lazmatiyên gel peyde dike. Şandeya HDP'ê îro çûn gundê Kunes, Yalvaç û Nogaylarê û alikariya gel kirin.    Şêniyên Kunesê ragihandin ku kon piştî erdhejê bi 6 rojan gihîştiye wan û gotin ku 6 rojan li derve bûne. Şêniyên Nogaylarê jî diyar kirin ku li gund welatî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine û gotin ku AFAD tenê 4-5 kon dane wan. Şêniyekî gund ku nexwest navê wî bê eşkerekirin destnîşan kir ku HDP ji Şirnexê hatiye, lê dewlet hê jî alîakriya wan nekiriye. Şêniyê gund wiha axivî: "Kesên ku hûn ji wan re dibêjin terorîst, beriya dewletê gihîştin hawara me. Dewlet hê jî bi hawara me de nehatiye."    Şêniyên Yalvaçê jî dan zanîn ku alîkarî di roja sêyan de gihane wan û gotin ku AFAD tenê kon belav kirine û gel bi xwe mirov ji bin kavilan derxistine.    DEWLETÊ KARÊ XWE NEKIRIYE   Hevseroka HDP'a Qilebana Şirnexê Zîlan Yamanê da zanîn ku ji roja duduyan a erdhejê li navçeyê ne û got ku dewlet berprisiyariya li ser milê xwe bi cih neaniye. Yamanê got: "Dewleta qaşo dibêje 'ez li her derî me, ka li ku ye?' Ne em, mexdûrên erdhejê vê dibêjin. Lazmatiyên wekî zexîre, betanî û kinc hema bibêje hatine peydekirin. Lê konteyner û jenerator tune ne. Ev jî dikeve ser milê dewletê, lê mixabin karê xwe nake."    MA / Berîvan Kûtlû