Zarokê di bin kavilan de piştî 158 saetan hat rizgarkirin 2023-02-12 21:41:00   HATAY - Li Antakyayê zarokê bi navê Fatîh ê 13 salî, piştî 158 saetan ji aliyê dilxwazan ve ji bin kavilan hat rizgarkirin.    Li Hatayê ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, zarokê bi navê Fatîh ê 13 salî piştî 158 saetan ji bin kavilan hat derxistin. Dilxwazên ji Kayseriyê ku li Kolana Suleymanşah a Taxa Cumhûriyetê ya Antakyayê li nav kavilên avahiyekê xebitîn, piştî çend saetan saet di 6'ê êvarî de Fatîh ji bin kavilan derxistin. Fatîh ku ji bin kavilan hat rizgarkirin sewqî nexweşxaneyê hat kirin.   Fatîh ji dilxwazên ew rizgarkirin re got: "Min we pir westand. Li qisûra min nenêrin." Fatîh, di dema rizgarkirinê ji dilxwazan re got herî dawî 2 roj berê bi dêya xwe re ya di bin kavilan de xeber daye. Tîmên lêgerîn û rizgarkirin ku xebatên xwe domandin, xwe gihandin cenazeyê dê û bavên Fatîh.    MA / Tolga Guney