Li Hatayê roja 7'an: Amûrên ji bo definkirina cenazeyan bi dest nakevin 2023-02-12 22:13:47   HATAY - Li Hatayê di roja 7'an a erdhejê de hê jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari got: "Ji bo definkirina cenazeyan kemçe, bivir, bêr û kerpîç bi dest mirovan nakevin."    7 roj di ser erdhejên Mereş û Dîlokê re derbas bûn, lê hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Li Hatayê, hê jî kon tam nehatine danîn û li gel vê kêmasiyên ji bo amûrên germkirinê û jeneratoran didomin. Her wiha li gelek herêman hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Mexdûrên erdhejê bi awayekî bêçare li ber kavilan sekinandî ne.   Li bajêr ji xeynî konan, pirsgirêka av û tuwaletê jî didome.    GEL HÊ JÎ BIHÊVÎ YE   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ku serdana mexdûrên erdhejê dike, diyar kir ku hê jî di bin kavilan de gelek mirov hene û got: "Çendî hêviya malbatan kêm bûbe jî, lê bi temamî neqediyaye. Ne sax bin, jî dixwazin gorek wan hebe. Mesela malbatekê got, 'Ez dixwazim zanibim bê zarokê min li ku tê veşartin. Ev besî min e.' Lê hê jî xebatên rakirina kavilan pir hêdî tê kirin. Hejmara tîmên hatine sewqkirin pir kêm e. Em banga xwe ya ji bo hatine hin tîmên din dubare dikin. Yan na rakirina van kavilan ne hêsan e."    Hatîmogûllariyê ragihand ku di warê definkirina kesên jiyana xwe ji dest dane de pirsgirêkên pir cidî rû didin û got: "Ji bo definkirina cenazeyan kemçe, bivir, bêr û kerpîç bi dest mirovan nakevin. Gel di vî halî de ye, lê desthilat tê herêma erdhejê, du pozan dide û diçe. Îro me li konên Kizilay û AFAD'ê mêze kir. Pir hindik in. Jixwe qismek ji wan jî ji bo personelên ji derve hatine, veqetandine."    Hatîmogûllariyê destnîşan kir ku dewlet tenê wekî nîvtemaşekerî tevdigere û got ku lê piştevaniya gel bi awayekî eşkere li ber çavan e. Hatûmogûllariyê bilêv kir ku divê ev piştevanî bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Demildest pêdivî bi jenerator, kon, feneran û zexîre heye. Ji niha û pê ve divê ev piştevanî bi awayekî sîstematîk bidome. Rayedaran birînên me necebirandin û dê nikaribin bicebirînin jî. Em dikarin birînên xwe bicebirînin."    MA / Tolga Guney