Rapora erdhejê ya TURKONFED'ê: 72 hezar û 663 mirî, 84 milyar dolar xesar 2023-02-12 23:24:41   ENQERE – Li gorî rapora TURKONFED'ê, tê texmînkirin ku dê hejmara qurbaniyên erdhejê li dor 72 hezar û 663'yan be û xesara maddî jî dê li dor 84 milyar dolarî be.    Li gorî nûçeya nivîskarê T24'ê Mûrat Sabûncû, di rapora Konfederasyona Cîhana Kar (TURKONFED) ya têkildarî herêma erdhejê de, tê texmînkirin ku dê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li dor 72 hezaran be û xesara maddî jî dê li dor 84 milyar dolarî be. Li gorî rapora navbor, li 10 bajarên ku wekî herêma karesatê hatine îlankirin, 13,3 milyon mirov dijîn. Ev hejmar, teqabulî ji sedî 15,7 nifûsa Tirkiyeyê dike.    JI SEDÎ 52'YÊ AVAHIYAN DI SALA 2011'Ê DE HATINE AVAKIRIN   Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji sedî 13'ê avahiyên Tirkiyeyê li van bajaran e û ji sedî 52'yê avahiyên li herêmê di sala 2001'ê û ji sedî 26'ê wan di navbera 1981-2000'î û ji sedî 10 jî beriya sala 1980'yî hatine avakirin.    72 HEZAR Û 663 MIRÎ   Di raporê de ku li gor metodolojiya erdheja Marmarayê hatiye avakirin, hejmara miriyan, bi texmînî wekî 72 hezar û 663 hatiye diyarkirin.    Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku xesara maddî jî dê bi temamî li dor 84 milyar dolarî be.