Ji bo gundên Bazarcixe seferberiya alîkariyê 2023-02-13 09:19:17   MEREŞ - HDP û rêxistinên civaka sivîl piştî ku alîkariyên hatine navçeya Barcixê tesnîf kirin, digihînin gundan û li mexdûrên erdhejê belav dikin.    Di encama erdheja bi pileya 7.7’an a navend Bazarcix a Mereşê de hem navenda bajar û hem jî navçe û gundên wê hilweşiyan. Ji gelek bajaran bo mexdûrên erdhejê alîkarî tên şandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endam û rêveberên rêxistina civaka sivîl û welatî, piştî ku alîkariyên gihiştin navçeyê tesnîf kirin, derbasî gundan dikin û belav dikin.    Nûçegihanên me hem geşedanên li navçeyê û hem jî yên li gundên wê dişopînin. Ji gelek bajaran mirov bi mebesta piştevaniya bi gelê #Pazarcikê re bi roja ne bênavber dixebitin. Dilxwazên erdhejê şeva xwe li Mala Gund a Hasankoca ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Taxa Hasankoca derbas kirin ku alîkariyên bi pêşengtiya HDP, STO odeyên pîşeyî, tax, gund û komeleyên odeyan hatine berhevkirin li wir hatine komkirin. Dilxwaz di saetên serê sibehê yên zû de hişyar bûn û dest bi xebatên xwe kirin.