20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine 2023-02-13 10:06:00   AMED - Li Amedê qadên ku AFAD lê konan vedaye, hin kon kirine du beşan û tahsîsî mexdûrên erdheje kirin. Di her beşek kon de herî kêm 20 kes dimînin.    Li herêmên erdhejê tevî sir û seqema dijwar jî hê jî pirsgirêkja hêwirînê ya mexdûrên erdhejê nehatiye çareserkirin. Li Amedê gelek mirov li qadên ku kon hatine vedan dimînin. AFAD konên ku belav dike jî dabeş didoyan dike û di her beşek kon de herî kêm 20 kes dimînin.    Kon li ser heriyê hatine avakirin û hewcedariyên mexdûrên erdhejê  yên germkirinê, xurek, daşir û tenduristiyê nehatine temînkirin. Mexdûr dibêjin ku gelek tiştan ew bi derfetên xwe çareser dikin. Hat diyarkirin ku konên li Sumerparkê hatin vedan bêhişyen, daşir û cihê serşokê tune ne. Mexdûr dibêjin dema ku xwarin û cil tên belavkirin jî bi muameleya cihêkariyê re rûbirû dimînin û kelûpelên kevn û nayên bikaranîn li wan tên belavkirin.    BETANIYAN JI MALÊ ANÎNE    Du xwişkên hev ên ji taxa Fatîha navçeya Rezanê ku li konek Sumerparkê bicih bûne diyar kirin ku malbata wan 8 ferd in û di konên kirine du bşe de dimînin. Van xwişkan got kon gelek biçûk û teng in û bi sobeyek îdare dikin û bi betaniyên ji mala xwe anîne îdare dikin.    20 KES DI KONEKÊ DE DIMÎNIN    Di konek din de 20 kes dimînin û gotin pêdiviyên wan bi xurek, cil, xizmeta tenduristiyê û daişran heye. Jinekê da zanîn ku wan çar pên caran betaniye ji rayedaran xwestine lê daxwaza wan bi cih nehatiye û ew nexweş ketine û ji ber mala wan xesar dîtiye nikarin biçinê. Gelek zarok jî di şert û mercên dijwar de dijîn û ji ber van şertên nehijyen nexweş ketine.