MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin 2023-02-13 10:38:47   MELETÎ - Li hinek gund û bajarokên Meletiyê ku xesareke mezin gihiştiyê, AFAD bi “torpîlê” konan belav dike. Li hêla din malbateke ji gundê Savakliyê ku kon peyda nekir, neçar ma ku konteynireke bi bihayê 55 hezar lîreyan bikire.    Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja Meletiyê bibandor bûyî jî Meletî ye. Li gorî daneyên hatine parvekirin, hezar û 224 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 962 kes birîndar bûne û hezar û 154 avahî jî hilweşiyane. Lê belê hêjta li ser ji sedî 50’î kavilên navenda bajar û li ser ji sedî 70-80’ê kavilên gund û navçeyan jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Lewma tê payîn ku bîlançoya erdhejê gelek girantir bibe.    Li gund û bajarokên ku hêjta xebatên lê nehatine destpêkirin jî welatî pirsgirêka kon û germkirinê dijîn. Em çûn gund û bajarokên Meletiyê û bi mexdûrên erdhejê re axivîn.    Bertek û hêrsa şêniyên gund ên ku em pê re axivîn a li dijî îktîdarê û rewşa “bêdewletiyê” her ku diçe mezintir dibe. Ji ewil em diçin cemxaneya li bajarokê Dîlekê. Li wir tê dîtin ku gel ji bo alîkariyên dilxwazan ketine dorê û doreke dirêj xuya dike. Yek ji mexdûrên erdhejê Gulseren Ozturk ku li cemxaneyê bû da zanîn ku pirsgirêka wan a kon û xwegermkirinê heye û AFAD’ê tu kon nedane xelkê bajarokê. Ozturk, diyar kir ku di bin koneke li gorî derfetên xwe çêkirin de dimînin û ev tişt anî ziman: “Du jê zarok bi giştî em 6 kes di bin konê de dimînin.” Dengê nizm ê Ozturk balê dikişîne û got ku ji ber sermayê tevahiya endamên malbatê nexweş bûne.    ‘ME TU TIŞTEK JI DEWLETÊ NEDÎT’   Ozturk, anî ziman ku bi temamî bi saya alîkariyên dilxwazan xwe li ser pêyan digirin û dewletê tu alîkarî nedaye wan. Ozturk dibêje; “Me tu tiştek ji dewletê nedît.”      ‘JI BER KU EM ELEWÎ NE TU ALÎKARIYÊ NADIN ME’   Bi domdarî Ozturk anî ziman ku ew elewî ne lewma dewlet tu alîkariyê nade wan û wiha got: “Ez lê dinêrim û dibînim ku xebatên lêgerînê yên li ser kavilên Cemal Gursel, Paşakoşku û Çavvuşoglû duh bi şev hatine destpêkirin. Gelemperiya wan herêman elewî ne û di bin xerabeyan de gelek mirî hene. Dilê mirov dişewitîne.”    KONAN BI TORPÎLÊ BELAV DIKIN   Piştre jî em derbasî qada bajarokê dibin û dibin şahid ku pirsgirêkên welatiyan wekî hev in. Welatiyê bi navê Arslan Saglam ku em mîkrofonê dirêjî wî dikin wiha dibêje: “Li gel 11 endamên malbata xwe di bin heman konê de dimînim. AFAD, konan bi ‘torpîlê’ belav dike. 4 kon dane keyayê bajarokê. Em mexdûr in.” Ji şêniyên bajarokê Bayram Karaçoban jî got ku ji Taxa Aydogan a bajarokê re tenê 3 kon hatine şandin û ev tişt anî ziman: “Li dibistanekê 60-70 kes li li ser hev, di nava hev de dijîn. Konan didin kesên mirovên wan in. Hinek kes jî heta serê sibehê li derve dimînin.” Di wê navberê de şêniyeke din dibêje; “Xelkê bajarokê perîşan bûye.” Şêniyeke din jî balê dikişîne ser pirsgirêka konan.    NEKARÎ KONÊ BIBÎNE LEWMA KONTEYNIR KIRΠ   Em gera xwe didomînin û îcar diçin gundê Savakli yê girêdayî Wêranşarê. Gel dibêje; “Em bi tenê hatin hiştin.” Em dibînin ku malbat di bin konên ku bi derfetên xwe dane ser hev de dimînin û di her konê de gelek kes hene. Ji ber ku alîkariya konan nehate kirin, malbatek neçar dimîne ku konteynireke bi bihayê 55 hezar TL’an bikire. Li gund ne ceyran û ne jî av heye.    JIYANA DI AVAHIYÊN BIXESAR DE   Ji şêniyên gund Mehmet Tula got; “Em bi saya alîkariya gel dijîn.” Tula, da zanîn ku AFAD’ê du roj piştî erdhejê 50 kon vedane û di wan her du rojan de li derve mane. Tula, diyar kir ku dewletê ji wan re tu alîkarî neşandiye û wiha domand: “Ma bişîne çi ye, neşîne çi ye. Ma qey em bi wan re hatine vê derê.” Bi domdarî Tula diyar kir ku gelek kes di avahiyên xesareke mezin gihiştiyê de dimînin.      15 MALBAT DI KONEKÊ DE NE: EM DIQERISIN   Malbatên ku di konên ji bo cenaze û dawetan hatine vedan de dimînin gotin ku ji ber nebûna ceyran û sobeyan “diqerisin.” Di konê gund de 15 malbat bi hev re dimînin. Ji şêniyên gund Hakan Alkan û Saîme Çetîntaş a 70 salî bi ajansa me re axivîn. Alkan, da zanîn ku li gund av tune ye û nikarin avê bidin sewalên xwe. Çetîntaş jî got ku êm û ka tune ye lewma çêlekên wan li ber mirinê ne. Bi domdarî Çetîntaş diyar kir ku zarokên wê ji ber sermayê nexweş bûn lewma ji neçarî şandine cem xizmên xwe yên li Konyayê dijîn.    HDP LI GUNDAN DIXEBITE   Daxwaza hevpar a şêniyên gundan ceyran û av e. Dixwazin ku ev daxwazên wan tavilê bên pêşwazîkirin. Piştî Savakliyê jî em berê xwe didin gundê Surguyê. Rewşa şêniyên gund ji rewşa gundên cudatir nîne. Li gundê Guzelkoyê jî xesar gihiştiye gelek avahiyan û pirsgirêka konan didome. Mîna li gundên din, organîzasyonên HDP’ê li vir jî gelek pêdiviyên şêniyên gund pêşwazî kirine.    MA / Firat Can Arslan