Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane 2023-02-13 11:16:18   AMED - Li gundê Çiglikê ya navçeyan Wêranşarê ku di erdhejê de serobino bûye, xaniyek jî saxlem nemaye. Mehmet Avşar ku li derve maye got: "Li derve mutbexek me heye, em li wir dimînin. Ne rayedarên dewletê ne jî tîmên AFAD'ê nehatin."    Ji ber erdhejê li gundê Çiglikê ya Wêranşara Meletiyê xaniyek jî saxlem nemaye. Mexdûrên erdhejê di sir û seqema zivistanê de ji xwe re li cihekî ku lê bihêwirin digerin. Mexdûrên erdhejê yên xwe gihandin ajansa me, ragihandin ku li navçeyê û gundên wê tu avahiyeke saxlem nemaye û bal kişandin ser mezinbûna xesara erdhejê. Gundiyan da zanîn ku li seranserê navçeyê 100 kon tune ne û gotin ku lazmatiyên bingehîn nehatine peydekirin.    ‘KES NEHATIYE'   Ji gundê Çiglikê Mehmet Avşar ku xwe gihand ajansa me: "Em li Bajaroka Çiglikê ya Doganşehîrê dimînin. Bajarok bi temamî hilweşiayye. Kes guh li vir nake. Ceryana me tune ye. Erzaqê me nemaye. Xaniyên me xesar dîtine. Em nikarin têkevin wan. Li derve mutbexek me heye, em li wir dimînin. Ne rayedarên dewletê ne hî tîmên AFAD'ê nehatin."