‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’ 2023-02-13 11:27:25   SEMSÛR - Li Semsûrê Riza Acipayam ê ku xwişk û 4 xwarziyên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku îktidar li ser qurbaniyan hewl dide rantê bi dest bixe.    Di karesata erdhejên navenda wê Mereş bû û bandora xwe li 10 bajaran da nîşan dan, bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes birîndar bûn. Ji roja ewil ve ji ber dereng mudaxile li kesên di bin xirbeyan de man hat kirin, bi sedan kes ji ber sermaye canê xwe ji dest dan.   ‘ME HAWAR KIR LÊ DEWLET BI HAWARA ME VE NEHAT’    Riza Acipayam ê ku li taxa Yavûz Selîm a Semsûrê xwişk û 4 xwarziyên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, tiştên hatine serê wan anî ziman. Acipayam da zanîn ku piştî erdhej çêbû agahî ji xwişka xwe negirtiye û pişt re çûne ber mala wan û dîtiye ku avahiya wan hilweşiyaye û got: “Me nizanibû em ê çi bikin. Me li derûdora xwe hawar kir. Lê kes nebû were hawara me. Me xwe negihand kesek rayedar. Em bêçare man. Em çend roj sekinînin. Em her roj li ber kavilê bûn. Herî dawî me hêviya xwe qut kir.”    TÎMÊN RIZGARKIRINÊ DERENG HATIN   Acipayam da zanîn ku piştî bi rojan tîmên rizgarkirinê gihîştin wan û heta hatin derxistin canê xwe ji dest dan û bi giştî 17 kesan di bin wê avahiyê jiyana xwe ji dest dan. Acipayam anî ziman ku heke di dema xwe de tîmên rizgarkirinê mudaxile bikirina wê gelek kes bihatana rizgarkirin.    CENAZE HÊ JÎ DI BIN KAVILAN DE NE    Acipayam diyar kir ku piştî cenazeyên xwe veşartin tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn û wiha got: “Her ku ez li bajêr geriyam min dijwariya felaketê dît. Avahî hemû hilweşiyan e. Di hin avahiyan de 50 kes, 100 kes diman. Hê jî gelek cenaze di bin kavilan de ne. Wê bi deh hezaran cenaze derkevin. Me dixwest kes nemire lê mixabin di wan avahiyan de mirov hebûn. Hê jî gelek kes li benda rizgarkirinê û cenaze li benda derxistinê ne.”    ‘BILA KES RANTÊ LI SER ME NEKE’    Acipayam destnîşan kir ku ew naxwazin kes qurbanî û erdhejê wek malzemeyê siyasetê ji xwe re bikar bîne û wiha got: “Bila me wek malzeme bikar neynin. Li vir felaketek hat serê me. Gelek mirov ji bo piştevaniya me hatin Semsûrê û niha alîkariya me dikin. Bila kes mudaxileyî vê pitşevanî û alîkariyê nekin. Hin kes li ser cenazeyên me rantê dikin. Niha dixwazin li ser qurbaniyên me rantê dikin. Bi tekbîran şova xwe dikin. Em canên xwe difikirin hin kes li ser me tekbîran berz dike û ketiye pey ranta xwe.”    MA / Omer Akin