‘Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye nahêle alîkarî derbasî Rojava bibin' 2023-02-13 09:03:15 RIHA - Nûçegihanê Ronahî Tv’yê Zekeriya Şêxo diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ku ji erdhejê bibandor bûn, rejîma Sûriyeyê bi rêya astengkirina alîkariyên Rêveberiya  Xweser, hewl dide gel neçarî koçberiyê bike.     Di 6’ê sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6 li Bazarcix a Mereşê du erdhejên mezin çêbûn ku bandoreke giran li ser 10 bajaran û gelek bajarên Sûriyeyê kir. Li gorî daneyên dawî yên rejîma Sûriyeyê, di encama erdhejê de herî kêm 3 hezar û 581 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 348 kes jî birîndar bûn. Hêj niha jî di bin kavilên avahiyan de gelek mirov hene. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ku gelemperî kurd lê dijîn jî ji erdhejê bandor bûn. Di erdhejê de li taxên navborî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re gelek caran hewl dide alîkariyê derbasî herêmê bike lê belê rejîma Şamê destûrê nade.    Nûçegihanê Ronahî TV’yê Zekariya Şêxo tekîldarî rewşa dawî ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi ajansa me re axivî.    Şêxo, diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê gelek avahî hilweşiyane û wiha got: “Gelek kes piştî erdhejê di konan de dijîn. Hinek kes jî neçar man ku koçî herêma Şehbayê bibin. Yên koçber nebûyîn jî di bin konan de dijîn. Pêdiviya gelên li Şehba û Helebê bi sotemeniya Rêveberiya Xweser heye. Lê rejîm nahêle ev alîkarî derbasî Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bibin. Pêdiviya gelên li van herêman dijîn bi kon, sotemenî û tiştê jiyanî heye. Rejîma Sûriyeyê destûrê nade ku ev alîkarî bigihijin gel.”    ‘KURDAN NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKIN'   Bi domdarî Şêxo destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê  hewl dide vê erdhejê ji hêla siyasî bi kar bîne û wiha domand: “Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji ber ku taxên kurdan in, piştî erdhejê rê li pêşiya gel vekirin ku derbasî Şehbayê bibin. Alîkariya Rêveberiya Xweser ku ji bo erdhejê li gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiye re dişîne jî asteng dikin. Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze rê li ber koçberkirina kurdan veke."   ‘RÊVEBERIYA XWESER HETA ASTEKE DIKARÊ DIBE ALÎKAR’   Di berdewama axaftina xwe de Şêxo diyar kir ku Rêveberiya Meclisa Giştî ya Helebê ji şêniyên taxan re dibin alîkar û wiha pê de çû: “Li gundê Bino yê Taxa Şêxmeqsûd bi navê Rêber Apo kon hatine vedan. Ji bo gel kon hatine vegirtin û pêdiviyên weke nan, av û betaniyeyan dabîn dikin. Lê ji ber ku rejîm alîkariyên Rêveberiya Xweser asteng dike, heta astekî dikare bibe alîkar. Li rojhilatê Taxa Şexmeqûsd û Eşrefiyeyê gelek avahiyên xesar gihiştinê hene. Lewma gel nikare derbasî avahiyên xwe bibe. Kesên xesar gihiştiye malên wan, derbasî cem xizmên xwe dibin.”   ‘DEWLETA TIRK ALÎKARIYÊ ASTENG DIKE’   Şêxo anî ziman ku navçeya Cindirês a Efrînê jî ji erdhejê bandor bûyê û axaftina xwe wiha qedand: “Bandoreke giran li ser Cindirêsê çêbû. Ev çar roj in Rêveberiya Xweser jê re alîkariyan dişîne. Lê dewleta tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê nahêle derbasî Cindirêsê bibin. Li wir gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek birîndar hene û gelek xanî hilweşiyane.”   MA / Mahmût Altintaş