Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn! 2023-02-13 13:04:46   MELETÎ- Hat derpêşkirin ku li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî ku dozger û hevalê wî ji bin kavilên Rezîdansa Tren Gardenê derxistin, ji herêmê çûne.    Hat derpêşkirin ku li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî ku dozger û hevalê wî ji bin kavilên avahiyekê derxistine ji herêmê çûne. Li gorî daxuyaniya walîtiyê li bajêr 300 avahî hilweşiyane. Tê gotin ku Li navçeya Çermiktî ya Meletiyê, li Taxa Ozalperê dozgerek jî di bin kavilên Rezîdansa Tren Gardenê de maye. Xizmekî Suleyman Baştaci yê di bin kavilan de got: "Di roja duduyan a erdhejê de komek polîs tevî hin rayedarên dewletê hatin. Tîma Anadalû Madencîlîkê ji roja ewil li vir dixebitî. Piştî ku rayedarên dewletê hatin, berê vê tîmê dan cihê ku dozger di bin de maye. Bi qasî ku ez pê hesiyam, li wir dozger û hevalekî wî ji bin kavilan hatine derxistin."    Tê gotin ku piştî dozger Serkan ku paşnavê wî nehat hînkirin û hevlê wî ji bin kavilan hatine derxistin, tîma lêgerîn û rizgarkirinê ji herêmê çûne.