Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin 2023-02-13 14:10:10   AMED - Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin. Li Taxa Hûzûrevlerî heya niha 8 avahî hatine mohrkirin û hat hînkirin ku 50-60 avahî pir xesar dîtine.    Li Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an girt, ji aliyê endezyarên girêdayî Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê û Maseya Krîzê ya Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê avahiyên xesardîtî tên tespîtkirin. Ji ber ku hê jî xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên xesardîtî didome, heya niha daxuyaniyeke fermî nehatiye bealvkirin. Avahiyên xesardîtî yên hatine tespîtkirin, hatine mohrkirin.    AVAHIYÊN HATIN MOHRKIRIN HATIN VALAKIRIN   Li navçeya Peyasê, avahiyên hatine tespîtkirin ji aliyê zabiteyan ve tên valakirin.    Li Taxa Hûzûrevleriyê Apartmana Sevîlê demildest hat valakirin û destûr nehat hiştin ku eşyayên di avahiyê de jî bên derxistin. Hat hînkirin ku avahî di sala 1993'yan de hatiye çêkirin.    50-60 AVAHÎ DÊ BÊN MOHRKIRIN   Welatiyên ku ji avahiya mohrkirî hatin derxistin, diyar kirin ku ji e-devlet hîn bûne ku avahiya wan xesar dîtiye û gotin ku cihekî ku pê de biçin tune ye. Li gor agahiyên zabiteyan ku avahiyan mohr dikin, li taxê 8 tîm dixebitin û heya niha 5-60 avahiyên ku dê bên mohrkirin hatine tespîtkirin.    Zabiteyan diyar kirin ku heya niha 8 avahî mohr kirine û bang li welatiyan kirin ku mohran jê nekin.