Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî 2023-02-13 14:52:45   AMED - Li girtiyên ku ji ber erdhejê ji Girtîgeha Turkoglûyê ya Hejmara 2'yan a Tîpa L'yê sewqî Girtîgeha Manavgatê ya Tîpa S'yê hatin kirin, lêgerîna tazî hat ferzkirin.    Ji Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Hejmara 2'yan a Tîpa L'yê ku xesar ji erdhejêd ît, girtî Ramazan Sebûktekîn, Rojhat Bat, Yûsûf Şahîn, Zekî Yildirim, Omer Ûrûm û Bekir Kaydû di 10'ê Sibatê de sewqî Girtîgeha Manvgatê ya Tîpa S'yê hatin kirin.    LÊGERÎNA TAZÎ   Li gor agahiyên ji Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TÛHAD-FED) hatin wergirtin, ji 7'ê mehê heya 10'ê mehê ji Girtîgeha Turkoglûyê ya Hejmara 2'yan gelek girtî sewqî girtîgehên Kirşehîr, Ereglî û Manavgatê hatine kirin. Hat hînkirin ku di dema sewqkirinê de tenê hatiye hiştin ku girtî kîsikekî bi xwe re bibin.    Hat destnîşankirin ku di dema sewqkirinê de lêgerîna tazî li girtiyan hatiye ferzkirin.