Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir 2023-02-13 15:00:53   SEMSÛR - Li Semsûrê li gor hejmarên en efrmî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kiriye.    Li Semrûê ku bandoreke gelekî mezin ji erdhejên Bazarcixa Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an girt, di roja 8'an de êdî xebatên rakirina kavilan dest pê kiriye. Tê gotin ku li bajêr hê jî bi hezaran mirov di bin kavilan de ne. Li bajêr ku lis er hev cenaze jib in kavilan tên derxistin, heya niha nehatiye eşkerekirin ku bê çend kes di bin kavilan de mane, çend kesî jiyana xwe ji dest daye û çend kes birîndar bûne.    Li gor agahiyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji rayedarên morg û nexweşxaneyan wergirtine, li bajêr hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 8 hezaran derbas kiriye. Hat hînkirin ku duh hezar û 450 cenaze sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê hatine kirin.    Ji nav kavilan bêhna cenazeyan tê.    MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin