Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin 2023-02-13 16:53:32   EDENE – Li Edene û Osmaniyeyê di encama erdhejê de hezar û 422 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên rakirina kavilan ên li her du bajaran berdewam in.    Li Edeneyê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi dawî bûn û niha jî xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Li bajar 13 avahî hilweşiyan û li navçeyên Çukurova, Seyhan, Ceyhan û Sariçamê jî xesar gihişt gelek avahiyan. Welatiyên ku avahiyên wan hilweşiyayîn an jî xesar gihiştinê, an di konên li navendên komkirinê hatine vedan dimînin an jî li eywanên sporê.    WEKÎLÊ CHP’Î: 545 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li Edeneyê li dora avahiyên xesar gihiştiyê şerîdên ewlehiyê hatine pêçandin û nahêlin kesek bikeve avahiyan. Tîmên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Edeneyê ji avahiyan nimûneyan digirin û li gorî vê yekê jî rapora tespîtkirina xesarê amade dikin. Parlamentera CHP’ê ya Edeneyê Muzeyyen Şevkîn da zanîn ku 545 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Niha avahiyên xesar gihiştinê tên tespîtkirin. Hewl didin birînên gel tavilê bên dermankirin. Em ê bikarin bi rêya piştevaniyê van rojên zehmet derbas bikin. Ya girîng ew e ku em li qad, zemîn û avahiyên biewle de bimînin.”    306 AVAHÎ HILWEŞIYAN   Li Osmaniyeyê jî kavilên avahiyan bi makîneyên kar tên rakirin. Li Osmaniyeyê 306 avahî hilweşiyabûn, 877 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 220 kes jî birîndar bûn.