Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin 2023-02-13 17:59:52   ŞIRNEX - Çiyayê Cûdî, Herêmên Feraşîn û Besta di nav de gelek herêm ji bo 15 rojan “Herêmên ewlehiyê yên taybet” hatin îlankirin.    Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku gelek herêmên di nav sînorên navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban û Elkê yên Şirnexê ji bo 15 rojan weke “Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî” hatine îlankirin.    Walîtiyê diyar kir ku herêmên Herêma Çiyayê Cûdî, Besta, Kureşîn, Kela Memê, Çiyayê Gabar, Tenîn di nav de gelek herêmên di nav sînorên Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê hatine qedexekirin û ev herêm di navbera 15’ê sibatê heta 1’ê adarê weke “Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî” hatine îlankirin.