Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir 2023-02-13 18:45:58   RIHA – Baroya Rihayê giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir ku li dijî koçberên ji Sûriyeyê gotinên nîjadperest kiribûn.    Navenda Koçberiyê ya Baroya Rihayê li ser malpera xwe ya dîjîtal ragihand ku wan giliyê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag kiriye, ji ber gotinên wî ku gotibû "Sûriyeyî li cihê kavilan diziyê dikin."     Baroya Rihayê ji bo vê ev tişt gotin: “Umît Ozdagê ku bi axaftinên nijadperestî û nefretê yên li hemberî penaberên sûriyeyî raya giştî tehrîk dike, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeo û belgeyên nerast belav dike. Gumanbar bi van kiryaran sûcê tehrîkkirina kîn û dijminatiyê li gel dike û kiryarên xwe didomîne. Navenda me li ser navê baroyê giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kiriye."