'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin' 2023-02-13 20:18:31     DÎLOK- Li Nûrdaxiyê Încî Çîrkîn ku 15 xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ji şandeya HDP'ê re got: "Bavê min heya roja sêyan jî sax bû, lê roja çaran ew ji bin kavilan derxistin."    Di ser erdhejê re 8 roj derbas bûn. Tê gotin ku li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê heya niha bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye. Li bajêr tîmên lêgerîn û rizgarkirin, ancax di roja sêyan de hatine bajêr. Gava tîm hatine bajêr 72 saetên krîtîk ên ewil derbas bûne. Tîmên hatine bajêr jî ji ber ku ekîpmana wan kêm bûye, ancax piştî wexteke dûr û dirêj mudaxileyî kavilan kirine. Încî Çîrkîn ku di erdhejê de 15 xizmên wê jiyana xwe ji dest dane got: "Ez şaş bûme, nizanim ez ê li ser kê bigirîm. Bavê min heya roja sêyan jî sax bû, lê roja çaran ew ji bin kavilan derxistin."    GAVA BAVÊ WÊ SAX BÛYE EKÎPMAN TUNE BÛYE   Parlementerên HDP'ê û rêveberên rêxistina partiyê ya Şirnexê serdana navçeyê kirin. Li Taxa Gedîklî ya Nûrdaxiyê Încî Çîrkînê ji şandeya HDP'ê re got: "Ez şaş bûme, nizanim ez ê li ser kê bigirîm. Bavê min heya roja sêyan jî sax bû, lê roja çaran ew ji bin kavilan derxistin. Bi rojan mudaxile nekirin. Li benda destûrê sekinîn ji bo mudaxilekirin. Bi vî awayî mudaxile nekirin. Paşê kemçe û hîltî tune bûn. Tu tişt tune bû. Gava her tişt hat pir bi derengî ketibû."    ‘DEWLET DI ROJA XIRAB DE NE LI CEM ME BÛ'   Welatiyekî din ê ji heman taxê jî anî ziman ku ji bêgavî wan hewl daye cenazeyan derxin û got: "Di roja herî xirab de dewlet ne li cem em bû. Me bi salan bac da, lê me tu beranberiya wê negirt. Ev qas roj derbas bûne, lê hê jî kon, ceryan, av û tuwalet tune ne. Em 30 kes di vê kona biçûçik de dimînin. Ev dewleteke çawa ye."    MA / Berîvan Kûtlû