Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin 2023-02-13 21:17:49   STENBOL - Polîsan êrişî çalakiya Yekîtiya Karker û Kedkaran kir. Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Yekîtiya Karker û Kedkaran xwest bi dirûşmeya "Ne erdhej, kapîtalîzm dikuje" li ber Cevahîr AVM'yê ya li Şîşliyê xwest daxuyaniyekê bide. Polîsan êrişî çalakiyê kir. Di êrişê de herî kêm 20 çalakger hatin binçavkirin. Nehat hînkirin ku kesên binçavkirî birine ku derê. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da çalakiyê.    ‘EM Ê JI BÎR NEKIN'   Li vir Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû axivî. Pîroglû got: "Ez tevlî merasîma cenazeyê Eylam Aydinê bûm û hatim. Aydin 5 rojan di bin kavilan de ma, li bend avîncê bû, lê jiyana xwe ji dest da. Li Hatay, Mereş, DÎlok û Semûrê hê jî mêzî 150 hezar mirov di bin kavilan de ne. Ji ber ku alîkarî nehat kirin, vînç nehat şandin, ji serma qerisî. Hemû cîhan rabû ser pêyan ji bo alîkariyê, kezeba he rkesî şewitî. Lê kezeba yên li qesrê neşewitî. Û ew ji bo li vir dengê me derneyê, me dorpêç dikin. Bila bibihîsin, em ê wê kavilê rakin. Em gel in, em tên cem hev. Em ê van tiştên tên kirin ji bîr nekin. Em ê wan têxin bin wan kavilan, ji bo careke din dernekevin."    Polîsan heya demeke dirêj Pîroglû dorpêç kirin.