Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn 2023-02-14 09:03:58 NAVENDA NÛÇEYAN  - Êzidiyên Şengalê ku gelek caran rastî êrişên dewleta tirk hatin û hêj tên, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re seferberî ragihandin û kampanya dan destpêkirin. Endama TJAÊ’yê Sûham Şengalî got ku dê heta dawiyê xwedî li xelkê bakurê Kurdistanê derkevin û birînên wan bi hev re derman bikin.    Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhêj çêbûn. Erdhejê bandoreke giran li ser Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Mereş, Dîlok, Kîlîs, Edene, Hatay û Osmaniyeyê kir. Di encamê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehhezaran jî birîndar bûn. Ji roja ewil a erdhejê re li seranserî Kurdistanê û diasporaya kurd kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Yek ji herêmên ku kampanyaya alîkariyê hatiye destpêkirin jî Şengal e ku her roj dibe êrişên dewleta tirk. Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo mexdûrên erdhêjê li Şengalê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.    Jin endamên TAJÊ’yê Sûham Şengalî têkildarî kampanyayê bi ajansa me re axivî û got ku xelkê Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye.    ‘EM Ê HEMÛ DERFETÊN XWE SEFERBER BIKIN’    Sûham Şengalî, diyar kir ku êşa gelê Bakur û Rojava ji dil hîs dikin û wiha got: “Di 6'ê mehê de li Kurdistanê erdhejeke mezin çêbû. Hem li Bakur û hem jî li Rojava rê li ber xesarên mezin vekir. Em ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê dixwazin. Hêvî dikim ku kesên niha di bin kavilên avahiyan de bi saxî bên derxistin. Weke Şengalê me ji bo piştevaniya bi gelê xwe yê li bakur û rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ya bêdem da destpêkirin. Kampanya li tevahiya Şengalê didome. Civaka êzidî civakeke ku herî zêde rastî fermanan hatiye û êşên giran kişandin. Herî dawî jî fermana 2014'an jiya. Em êşa gelê xwe yê li Bakur hîs dikin û fêm dikin. Ji ber ku civaka me êşên giran jiyan. Herî zêde em dizanin bê ka tenêtî tiştekî çawa ye. Rewşa gelê me niha dijî, rewşekî giran e. Dîmenên ku ji Bakur tên, me zêde diêşînin. Ji bo mexdûrên erdhejê ji dest me çi were em ê bikin. Em ê hemû derfetên xwe seferber bikin û gelê xwe tenê nehêlin.”    ‘ÎRO DORA ALÎKARIYÊ YA ME YE'   Bi domdarî Şengalî anî ziman ku heta ku gelê bakur û Rojava birînên xwe derman dike dê alîkarî û piştevaniya xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Hem li Rojava û hem jî li Bakur dewletan gelê me bi tenê hişt. Her wiha lîstikên qirêjî dikin. Lewma divê em gelê xwe bi tenê nehêlin. Îro gelê me rojên gelek zor û zehmet derbas dike. Eleqeyeke mezin a gelê me ji bo kampanyayê heye. Ne tenê li Şengalê lê li gelemperiya Başûr gelê me li gorî derfetên xwe seferber bûye. Di ola êzdatiyê de tiştekî wiha tê gotin; ‘Dema ku te xêrek kir, nepirse tu ji kîjan ol û neteweyê yî.’ Ji ber wê nêrîn, netew, ol çi dibe bila bibe em dixwazin bê ferq û cudahî alîkariyê jê re bişînin. Weke jinên êzidî heta ku gelê me birînên xwe derman dike, em ê piştevaniya xwe bidomînin. Divê em destê xwe bidin destê hevdu û piştevaniya Bakur û Rojava bikin. Di fermanê de kesên ku hatin li vir şer kirin û keç û xortên êzidî rizgar kirin, gelê me yê Bakur û Rojava bû. Ji ber wê jî îro dora me ye ku em xwedî li wan derbikevin û piştevaniya wan bikin.”