Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya 2023-02-14 12:00:02   AMED - Avahiya Altinkaya ya li navçeya Rezana Amedê ku li ser rêya Rihayê ye xesarek mezin dîtibû û ji duh bi şev ve dest bi hilweşandina wê hat kirin, avahî di kêliya xebata hilweşandinê de bi yek carî hilweşiya.    Erdheja ku navenda wê Mereş bû bandora xwe li Amedê jî kiribû. Li navçeya Rezan a Amedê avahiya bi navê Altinkaya ya li ser Cadeya Rihayê duh hat tespîtkirin ku xesarek mezin dîtiye û ji bo hilweşandinê hat valakirin. Duh bi şev dest bi xebata hilweşandina avahiyê hat kirin. Avahî serê sibehê bi yek carê ji nişkeve hilweşiya. Welatiyên derdorê dîmenên kêliya hilweşandina avahiyê girtin.    CENAZEYÊN 9 KESAN HATIN DERXISTIN    Li xirbeya avahiya Diyar Galeria ya li navçeya Yenîşehîra Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Ji duh ve heta niha cenazeyên 9 kesan ji bin xirbe hat derxistin. Tê texmînkirin ku hê jî cenazeyên 40 kesan di bin xirbeyê Diyar Galeria de ye. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan û rêveberên Partiya Çep a Kesk serdana malbatên ku xizmên wan di bin xirbeyan de canê xwe ji dest dane kirin û bûh hemxemên êşa malbatan.   JI BIN XIRBEYÊ AVAHIYA SERÎN 2 CENAZEYÊN 5 KESAN HATIN DERXISTIN    Li aliye din di bin xirbeyên avahiya Serîn 2 (Cengîzler) a li semta Tesîslera Amedê cenazeyên 5 kesan hat derxistin. Li aliyekî kemçe xirbeyan radikin û li aliyekî jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Hê jî tîmên rizgarkirinê xwe negihandine qata zemînê ya avahiyê.    Cenazeyên ji bin xirbeyan hatin derxistin û li morgên nexweşxaneyan bûn, radestî malbatan tên kirin û cenaze tên veşartin.