Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin 2023-02-14 12:59:58     ENQERE - Her serê saetê ji bin kavilên avahiyên rûxiyayî cenaze tên derxistin lê belê tevî bi ser re 24 saet derbas bûn jî bîlançoya erdhejê nayê parvekirin.    Bîlançoya erdheja Mereşê her ku diçe girantir dibe. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên di bin kavilan de hêj berdewamin. Li hêla din hêj jî li ser bi sedan kavilên ku bi dehhezaran mirov di bin de ne, xebat nehatine destpêkirin. Di rojên ewil ên erdhejê de di serî de Serokkomar Tayyîp Erdogan, rayedarên îktîdarê her serê saetê bîlanço parve dikirin. Lê belê tevî ku bi ser re 24 saet derbas bûne jî hêjta bîlanço nehatiye parvekirin.    Li gorî bîlançoya dawî ya ji hêla AFAD’ê ve hatiye eşkerekirin, heta niha di erdhejê de 31 hezar û 643 kesan jiyana xwe ji dest dane.