Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir 2023-02-14 13:07:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Penaberekî li Hatayê dijî, ji ber ku ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest, leşkeran tundî lê kir.    Erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 li Mereşê çêbûn bandor li Hatayê jî kir. Leşker û polîs li bajarê ku nifûsa penaberên sûriyeyî û elewiyen ereb lê zêde ye, bi îdiaya “talankeriyê” tundiyê û îşkenceyê il mexdûrên erdhejê dikin.    JI BER KU ALÎKARÎ XWEST TUNDÎ LÊ KIRIN   Di dîmeneke ku ji aliyê dilxwazan ve ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê re hat şandin de penaberekî li Hatayê dijî, tiştên bi serê wî hatine vedibêje. Penaberê ku çav û rûyê wî ji ber tundiya lê hatiye kirin werimî ye û birîn bûye wiha dibêje: “Roja bûyerê tîmeke ji Çînê bi cihazan li ser kavilê avahiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dikir. Li vir xebatkarên çapemeniyê jî hebûn. Nîşaneyên jiyanê hatin diyarkirin. Li avahiya ku xebat lê tên kirin 2 zarokên min hene. Tîman ji min re got divê kemce û vînc hebin. Dema min ev yek daxwaz kirin leşkerên li wir tundî li min kirin. Hêj jî 2 zarokên min di bin kavilan de ne.”