Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye 2023-02-14 13:42:13   AMED - Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Mahmût Sert ê li Semsûrê tev li xebatên piştevaniya bo mexdûrên erdhejê bûn diyar kir ku pêdivî bi merhem û dermanên êşbir heye û got: “Alîkariya kut ê şandin ji ber baş nayê koordînekirin, nagihîje mexdûran.”    Yek ji bajarê ku herî mezin karesata erdhejê lê bandorek neyînî kiriye jî bajarê Semsûrê ye. Li Semsûrê bi hezaran avahî hilweşiyan e û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran birîndar lê hene. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Mahmût Sert li Semsûrê tev li xebata alîkarî û piştevaniya bo mexdûran bûbû. Sert banga lezgîn a ji bo dermanan dike.    ‘PÊDIVÎ BI DERMANÊN ÊŞBIR HEYE’    Sert anî ziman ku çend sal in ew ji bo dermanan hişyarî dikin û li ser nebûna dermanan disekinin û got: “Ev pirsgirêk di asta netewî de nehatiye çareserkirin. Em dermanfiroş ji bo li herêmên erdhejê nebûna dermanan neqewime û kêm nebin seferber bûn. Ji bo dopo dermanan bişînin herêmên erdhejê, em di nava hewldanan de ne. Em li heremên erdhejê dibînin ku bêtir hewcedarî bi dermanên êşbir wek krem û merhemên û hebên êşbir, dermanên antîbiyotîk bo zarokan û şirûbên wan heye. Gelek pêdivî bi van dermanan heye. Helbet ji bo nexweşên kronîk jî pêdivî bi dermanan heye û ji bo wan jî seferberiya dermanan didome.”   ‘AGAHIYÊN KONUMAN TÊN PARVEKIRIN’    Sert da zanîn ku ew wek Odeya Dermanfiroşan a Amedê gelek bi lez û bez xwe organize kirine û wiha axivî: “Dermanxaneyên me li van hemû bajarên ku erdhejê lê çêbûn, bênavber xizmeta xwe ya tenduristiyê domandin. Hemû hevpîşeyên me û dermanfiroş ji bo hewcedariya derman û kelûpelên tibî hem li qadan hem jî li dermanxaneyên xwe xebitîn û hê jî dixebitin. Yekitiya Dermanfiroşên  Tirk (TEB) avakirina dermanxaneyên sahra koordine kir. Hejmara van dermanxaneyên sahra hat zêdekirin û agahiyên derbarê cihê wan ango konuma wan de bi awayek rojane û aktuel tê parvekirin.”    JI SEMSÛRÊ BERPIRSIYAR IN    Sert anî ziman ku ew wek odeyên dermanviroşan ên Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê ji bajarê Semsûrê berpirsiyar in û li Baxçeyê Ocaxa Tenduristiyê ya Jimara 1’an a Semsûrê dermanxaneya xwe sahra ava kirine. Sert got li Semsûrê hevpîşeyên wan 24 saet dixebitin û tîmên wan her roj ji Amedê diçin Semsûrê û wan koordînasyonê bi Yekitiya Tabîbên Tirk re jî çêkirine û ji bo dermanan û xizmeta tenduristiyê konek ava kirine. Sert da zanîn ku Odeya Tabîban a Rihayê navendek tenduristiyê vekir û kontrolên welatiyan li vir dike û pêdiviya wan a dermanan bi awayek pratîk dabîn dikin.    ‘BÊKOORDÎNEBÛN HEYE’    Sert rewşa dawî ya li Semsûrê ragihand û wiha got: “Helbet em bûn şahidên êşên bêdawî. Wê tu demê ji bîra kesî nece. Xebatên rizgarkirina li cihên kavilan gelek kêm e û têr nake. Alîkariya ku tê bajêr jî ji ber baş nayê koordînekirin, nagihîje mexdûrên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Navendên pêwendîdanînê û koordînasyonê tune ne. Bi kurt û kurmancî em bi felaketek mezin re rûbirû ne lê belê mixabin orgînazasyonek ku alîkariyê belav bike û rizgarkirinê bike nîne. Em dermanfiroş li qadê ne û ji bo her cûre wezîfeyên pêdiviyan amade ne.”    HEVPÎŞEYÊ WÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Sert bi bîr xist ku Serokê Odeya Dermanfiroşên Semsûrê Huseyîn Kemal Taş jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye.    MA / Eylem Akdag