Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê 2023-02-14 14:41:05   AMED - Cenazeyê endamê OHD’ê parêzer SerhanOzdemîr ê ku bi malbata xwe re di bin xirbeyê avahiya Diyar Galeria de mabû, piştî 9 rojan hat derxistin.   Du aliyên Navenda Kar Diyar Geleria a li navçeya Yenîşehîra Amedê di erdhejê de hilweşiyabû. 9 roj in li ser xirbeyê vê avahiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Cenazeyê parêzer Serhan Ozdemîr ê endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku bi 8 ferdên malbata xwe re di bin xirbe de mabûn hat derxistin. Cenaze piştî 9 rojan hat derxistin û rakirin morga nexweşxaneyê. Malbata Ozdemîr li qata 5’an a avahiyê diman.    8 FERDÊN MALBATÊ CANÊ XWE JI DEST DAN    Xizmê Ozdemîr, Mehmet Ozdemîr roja ewilî ya erdhejê ji ajansa me re axivîbû û diyar kiribû ku Samed, Suheylan, Fatoş, Serrah, Nehîr, Irmak, Serhan û Buket Ozdemîr di bin xirbe de ne. Mehmet Ozdemîr anîbû ziman ku ew ji Xarpêtê hatiye û bertek nîşanî xebata ku hêdî dihat kirin dabû. Hat zanîn ku hemû ferdên malbatê di bin xirbe de canê xwe ji dest dane.