Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê 2023-02-14 15:48:24   AMED - Piştî hefteyekê cara ewil dilxwazên HDP’ê xwe gihandin gundên navçeya Battalgazî ya Meletiyê. Îsmet Navroz ku li Gundê Kemer Kopruyê dijî, got ku gelek kes ji navenda bajar ber bi gundan ve koçber bûne.    Yek ji herêmên ku ji erdheja Mereşê bibandorbûyî jî navçeya Battalgazî ya Meletiyê ye. Piştî hefteyekê, cara ewil dilxwazên HDP’ê xwe gihandin gundên navçeyê. Welatiyê bi navê Îsmet Navroz ku li gundê Kemer Kopruyê dijî, têkildarî mexdûriyetên gel dijî axivî.    DI KONEKÊ DE 25 KES DIJÎN   Navroz, bal kişand ser xesara giran a li gund çêbûyî û wiha got: “Tevî vê yekê jî xizmên me yên li bajar koçî gund dibin. Di rojên duyemîn û sêyemîn ên erdhejê de em 25 kes di bin konekê de jiyan. Di roja ewil de kon nebûn. Ev kon jî min ji hevalî rica kir û konê xwe yê di nava zeviya xwe ya mişmişan de bi kar di anî da min. Min jî li gorî derfetên xwe veda.”    ‘HDP’Ê ALÎKARÎ GIHANDE ME’   Bi domdarî Navroz bi lêv kir ku kesên li bajar dijîn berê xwe dane gundan û wiha pê de çû: “Vê yekê jî rê li ber pirsgirêka cihê mayînê û xurekan vekir. Tu kes alîkariyê bo vê derê nayîne. Em alîkariyê ji keyayê gund dixwazin. Lê ew jî dibêje ez tiştekî nizanim. Em nizanin dê alîkariyê ji ku bixwazin. Alîkarî bi rêk û pêk nayê belavkirin. Ji duh ve HDP’ê û rêxistinên civaka sivîl xwe gihandin gund û alîkarî belav kirin. Hinek kes ji Stenbolê li me digerin û dixwazin bibin alîkar. Dibêjin; ‘li wir hevalên me hene, dê alîkariya xurekan bidin we.’ Lê belê heta niha ne AFAD’ê, ne Heyva Sor, ne polîs û ne jî cendirmeyên dewletê li deriyê me nexistine.”   PÊDIVÎ BI ALAVÊN BINGEHÎN HEYE   Navroz, destnîşan kir ku rewşa gundê wan li gorî gundên din hinek baştir e û wiha bi dawî kir: “Tevî vê yekê jî hewcehiya me bi xurek, cil û berg û alavên paqijiyê heye. Ji ber ku nifûsa gund piştî erdhejê zêde bû. Milet ji bajar tê gund. Malbatên ku 5 endamên wan hebûn niha bûne 25 kes. Ez neçar dimînim ku malbata xwe bişînim cihekê din.”