Serokê MUSÎAD’ê yê berê Poyraz hate binçavkirin 2023-02-14 15:56:59   MELETÎ - Serokê MUSÎAD’ê yê berê Muharrem Poyraz ku Malên Seyr-î Stenbol ên 2 sal berê çêkiribûn di erdhejê de hilweşiyan û xwe winda kiribû, hate binçavkirin.    Serokê Şaxa Komeleya Pîşesazên Misteqîl û Karmendan (MUSÎAD) a Mereşê Muhrarrem Poyraz, du sal berê li Meletiyê avahiyên du blok ên Seyr-î Stenbol ava kiribû. Avahiyên wî di erdhejê de hilweşiya. Li ser vê yekê ji bo Poyraz biryara girtinê hatibû dayîn. Poyraz ku ev demek bû xwe vedişart, hate binçavkirin. Poyraz ku nêzî parlamenterên AKP’ê û Şaredarê Meletiyê Selahattîn Gurkan bû, piştî erdhejê malpera xwe ya web’ê girt û xwe winda kiribû.    ‘HERIN JI XWEDÊ RE BIBÊJIN’   Yek ji welatiyên di Malên Seyr-î Stenbolê de dijiya da zanîn ku li Poyraz geriyaye û jê re gotiye; “We ji me re got ku avahî ji bo erdhejê saxlem in û bi wî qewlî firotin. Lê ev avahî bûn gora me.” Welatî da zanîn ku li ser vê gotina wî, Poyraz bersiva “Herin ji xwe Xwedê re bibêjin” da ye.