‘Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê girtî terkî mirinê tên kirin’ 2023-02-14 16:08:33   AMED - Di erdheja Mereşê de xesareke mezin gihişt Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê. Tevî vê yekê jî girtî nehatin tehlliyekirin. Dayika girtî Yunus Emre Ergîn, Serap Ergîn bertek nîşan da û got ku girtî terkî mirinê tên kirin.    Di erdheja Mereşê de xesareke mezin gihişt Girtîgeha Tîpa T a Islehiye ya Dîlokê. Malbatên girtiyan ji ber rewşa tenduristî û ewlehiyê ya zarokên xwe fikaredar in. Ji girtiyan Yunus Emre Ergîn li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Dayika Ergîn, Serap Ergîn got ku pêdiviyên bingehîn ên girtiyan nayên pêşwazîkirin û xesar gihiştiye girtîgehê. Bi domdarî Ergîn ev tişt anî ziman: “Tu ewlehiya canê girtiyên li Girtîgeha tîpa T a Islehiyeyê nîne. Di erdhejê de xesareke mezin gihşt girtîgehê. Ji ber erdhejokan jî ev xesar hêj mezintir dibe. Dîwarên girtîgehê qelişîne û bi erdhejokan re hîn bêhtir diqelişin.”   ‘BERPIRSYAR WEZÎRÊ DADÊ YE’   Bi domdarî dayik Ergîn got ku ji ber ewlehiya canê kurê xwe bifikar e û axaftina xwe wiha qedand: “Bila sewqên girtiyan bo deverên biewletir bên kirin. Ji ber erdheja çêbûyî, di  vê girtîgehê de ewlehiya canê wan tune ye. Wezîrê dadê jî dizane ku xesareke mezin gihiştiye girtîgehê. Tevî vê yekê jî sewq nake. Girtî terkî mirinê tên kirin. Wezîrê dadê ji tenduristiya girtiyan berpirsyar e.”