UNÎCEF: Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhejê bandor li 7milyon zarokan kir 2023-02-14 16:43:47   ENQERE - UNÎCEF’ê got ku li Tirkiyeyê 4,6 û li Sûriyeyê jî 2,5 milyon zarok ji erdhejê bibandor bûne.    Berdevkê Fona Navneteweyî Alîkariya Lezgîn a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) Jamer Elder, di civîna îro ya li Palis Des Nations a li Cinevê de got ku gelek zarok ji edheja Mereşê bibandor bûne. Elder, da zanîn ku li 10 bajarên ji erdhejê bandorbûyîn bi giştî 4,6 milyon zarok û li Sûriyeyê jî bi giştî 2,5 milyon zarok ji erdhejê bibandor bûne.    ‘HEJMARA ZAROKÊN BI ENFEKSIYONÊ KETINE ZÊDE DIBE’   Elder, diyar kir ku hewcehiya zarok û malbatan bi alîkariyê heye û wiha got: “Gelemperiya xebatkarên saziyan û tîmên destwerdana ewilî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek jê birîndar bûn û ofîs û ekîpmentên wan jî di bin kavilan de man. Malbatên xwedî zarok li kolanan dimînin. Ev yek nîşan dide ku bi dehhezaran malbat tevî zarokên xwe di bin hewayê sar, berf û baranê de ne. Hejmara zarokên bi enfeksiyona hîpotermî û rêya hilmijînê ketîn roj bi roj zêdetir dibe.”   ‘ZAROK DÊ MALBATÊN XWE WINDA BIKIN’   Elder, got ku UNÎCEF’ê ji Sûriyeyê re ava paqij, cil û bergên zivistanê, sewqiyata xweyîbûna tiibî şandine û wiha bi dawî kir: “Her wiha ji Tirkiyeyê re jî cil û bergên zivistanê, setên zarok û dayikê, seta hîjyenê ya dayikê, betaniye, tilûmê xewê, powerbank û kursiya xewê hatin şandin. Ji ber vê erdhejê dê gelek zarok malbatên xwe winda bikin. UNÎCEF dê li gel Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê zarokên ji malbatên xwe veqetiyayîn tespît bike û bibe alîkar ku pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî bike. Ji bo vê jî li nexweşxaneyan personel hatin bicihkirin. Her wiha ji bo van zarokan 10 xetên alîkariyên yên nû xistin xizmetê. Erdhejê, di zarokên sûriyeyî de travmayên nû çêkir. Hema hema tu zarokên di bin 12 saliyê de yên sûriyeyî ji bilî şer, pevçûn, tundî û koçberiyê tu tiştekî din nizanin. Alîkariya navneteweyî ya ji bo van zarokan, ji bo wan weke şenseke dawî ye. Ji bo alîkariya psîkososyal jî UNÎCEF’ê seferber bûye.”s