Tenduristkara li herêma erdhejê: Bila Serokkomar bê vir 2023-02-14 18:23:33   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li herêma erdhejê tenduristkara ku tevlî weşana zindî ya HaberTurkê bû, wiha bertek nîşan da: "Bila Serokkomar bê vir. Qey fedî dike?"   Hêrs û kîna ji bo desthilatê ku nikare krîza li herêmên erdhejê bi rê ve bibe, zêde dibe. Li Semsûrê tendurkara ku tevlî weşana zindî ya HaberTurkê bû diyar kir ku bajar bi tenê hatiye hiştin û got: "Mirov li vir 3 rojan di bin kavilan de ji serma û birçîna mirin. Em ê çi bikin? Bila Serokkomar bê vir. Bila bê, qey fedîd ike? Li Semsûrê parlementerek jî, rêvebereke payebilind jî tune ye."