Barzanî tevî AKP'iyan serdana herêma erdhejê kir 2023-02-14 19:23:43   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçiran Barzanî, tevî AKP'iyan serdana Dîlokê û navçeyên wê kir.    Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî, tevî AKP'iyan li Dîlokê serdana Navenda Koordînasyona AFAD'ê kir. Barzanî ji aliyê Waliyê Bûrsayê Yakûp Canplat ve hat pêşwazîkirin û li vir daxuyanî da. Barzanî anî ziman ku ji ber erdhejê hemû çalakiyên li herêma xwe betal kirine û li her derî şîn heye û got ku bawer dike ku dê Tirkiye ji heq vê krîzê jî derkeve û ji bo alîakriyê çi ji destê wan bê dê bikin.    Barzanî û îandeya pê re, li navçeya Nûrdaxî û Islahiyeyê ya Dîlokê jî serdana mexdûrên erdhejê kir. Li Nûrdaxiyê Parlementerê AKP'ê Mehdî Eker, Barzanî pêşwazî kir.