Îdianameya der barê teqîna Taksîmê de hat amadekirin 2023-02-14 21:28:33   STENBOL - Lêpirsîna der barê teqîna li Stenbolê temam bû. Di îdianameyê de ku beşek jê ji aliyê çapemeniya hewzê ve hat belavkirin, hatiye derpêşkirin ku piraniya bombeyan ji Îdlibê hatine ku ev der di bin kontrola Tirkiyeyê de ye.    Di 13'ê Mijdara 2022'yan de li Kolana Îstiklalê ya semta Taksîm a navçeya Beyoglû ya Stenbolê bombeyek hatibû teqandin. Hatibû derpêşkirin ku Ahlam Albashirê ev bombe teqandiye. Di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 99 kes jî birîndar bûbûn.   Îdianameya der barê teqînê de hat amadekirin. Îdianame ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat amadekirin. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi îdiayên "Xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Avakirin an jî birêvebirina rêxistina terorê", "Endamtiya rêxistin terorê ya çekdar", "Kuştina sêwirandî", "Bê destûr peydekirina maddeyên talûke" û "Qaçaxçîtiya penaberan" ceza li 36 kesan bê birîn.    Di îdianameyê de ku beşek jê ji aliyê çapemeniya hewzê ve hat belavkirin, tenê behsa pêvajoya teqîna bombeyê hatiye kirin. Di beşa hatiye belavkirin de, beyanên gumanbaran ên li midûriyeta polîsan, dozgerî û dadgeriyê tune ne. Hatiye îdiakirin ku Albashirê bi beralîkirian kesê bi bernavê "Haci" bombeyê teqandiye, lê belê nehatiye diyarkirin ku bê ka kesê bi bernavê "Haci" hatiye dîtin an na. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku kesê bi bernavê "Haci", YPG'yî ye. Hatiye derpêşkirin ku ev "kes" û Albashirê li ser WhatsAppê peyam ji hev re rê kirine û peyamên hatine şandin "bişîfre" bûne.    BOMBEYÊ JI IDLIBÊ ANÎNE   Di îdianameyê hatiye diyarkirin kur Albashir ji Minbicê hatiye û li gor fermanên kesê bi bernavê" Haci" wê û Bîlal El Hacmaos rola "jin-mêr"tiyê kirine û berî bê Tirkiyeyê Hacmaos li Îdlibê çûye cihekî û tevî hin kîsikan vegeriyaye. Hatiye diyarkirin ku di kîsik de madeyên teqîner hebûne. Di îdianameyê de gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku gotibû "Ji Efrînê hatiye Tirkiyeyê" hatin derewandin. Hat derpêşkirin ku Albashir di ser Hatay, Ceyhan, Edene û Pozantiyê re hatiye Stenbolê.    CEMÎL BAYIK JÎ DI ÎDIANAMEYÊ DE YE   Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku Hacmaos ji Edîrneyê derketiye derveyî welêt. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku 7 caran cezayê muebeda girankirî û ji  hezar û 949 salan heya 3 hezar û 9 salan cezayê muebedê li Albashirê bê birîn. Her wiha di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku ji kesên êrişa bombeyî organîze kirine yek jê jî Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik e û hatiye xwestin ku Bayik jî di nav de li gumanbarên din jî 7 sal cezayê muebeda girankirî û ji hezar û 938 salan hezay 3 hezar û 16 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê bê birîn.    Hat derpêşkirin ku îdianame ji Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê re hatiye şandin.