Saziyên Çand û Ziman: Em xwedî li hev derdikevin 2023-02-15 09:05:16   AMED - Zarok Ma, MED-DER û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ji ber erdhejê deriyên xwe li mexdûran vekirin û gelek malbat kirin mêvan. Nûnerên saziyan destnîşan kirin ku heta ev rewşa awarte ji holê ranebe û xetere derbas nebe, ew dê alîkariyên xwe berdewam bikin.   Di 6'ê sibatê de navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê du erdhejên dijwar çêbûn û bandor li Amedê jî kirin. Di encama erdhejê de li Amedê herî kêm 380 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî hezar kes jî birîndar bûn. Piştî erdhejê di pêşengtiya saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî de kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Her wiha gelek sazî û dezgehên çand, ziman û pîşeyî yên Amedê, ji bo welatiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne deriyên xwe vekirin. Zarok Ma, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê yek ji van saziyên ku ji mexdûrên erdhejê re deriyê xwe vekirin in. Ji roja destpêkê ya erdhejê ve saziyên çandê gelek kes bi cih kirin û hemû pêwîstiyên wan bi cih anîn. Hevserok û rêveberên saziyan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.    Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn, da zanîn ku roja ewil ya erdhejê ku her kes ketibû nava gengeşiyekê, ew weke tevgera çandê li hev kom bûne û biryara alîkariya mexdûran girtine û wiha got: “Saziya me jî bi vê mebestê amadekariya xwe kir. Me bi dilxwaz û endamên xwe ve dest bi xebatan kir. Me deriyê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir. Me malbatên xwe û gelek kesên ku cihê wan yê mayînê tuneye kirin mêvan. Cihên hevalên me yên lojîstîk û alîkariyê hene. Em pêdiviyên malbatan ji wir dixwazin.”   ‘XEBATKARÊN ÇANDÊ LI QADÊN ERDHEJÊ NE’   Ekîn, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Hejmara kesên ku li vir dimînin diguhere. Carna dibe 60-70 kes, carna jî dadikeve 40-45 kesî. Ez bawer im ku dê demekî dirêj wiha berdewam bike. Ji ber ku gelek avahiyên di bin xetereyê de û xesar dîtî hene. Tirsek mezin di dilê gel de çêbûye û ew jî dixwazin xwe biparêzin. Destpêkê pêdiviya alavên zarokan hebû, lê niha me ew jî çareser kirin. Em ê lê binêrin ka dê heta kengî berdewam bike. Hemû kedkar û dildarên tevgera çandê di qadan de ne û di nava hewldana alîkariyê de ne.”   ‘ŞEVAN NÊZÎ 150 KESAN LI VIR RADIZIN’   Rêvebera Ma Mûzîkê Nevîn Tîryakî bal kişand ser rewşa pêvajoyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev rewş ne rewşeke normal e. Rewşeke awarteye û me jî wek gelek saziyên din deriyê xwe ji gel re vekiriye. Ev der ji bo erdhejê ewle ye ku zemîna vê derê saxlem e. Ji roja yekemin heta îro hê jî malbat tên. Di nava rojekê de nêzî 100-150 kes tên li vir dimînin. Ji roja ewil heta niha malbatên her tim li vir dimînin jî hene û ji xeynî vê diguhere. Taybetî jî ciwan tên vê derê. Şevan nêzî 150 kes li vir radizin.”   Tîryakî, bi lêv kir ku ew taştê bi derfetên xwe amade dikin, lê carna jî malbat alîkariya wan dikin. Tîryakî da diyar kirin ku ew rojê du danan xwarinê didin û wiha domand: “Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wek platform dixebitin, ji bo xwarina êvarê alîkariya me dikin. Gelek hevalên me ji bo alîkariyê çûn herêmên erdhejê. Em yên li vir man ku nêzî 10 kesin carna diçin depoyên alîkariyê û tev li xebatên wan dibin. Carna jî em diçin stadyûma Amedsporê ku li wir gelek zarok hene û tev li xebatên wan dibin.”   ‘BILA HER KES XWEDÎ LI HEV DERBIKEVE’   Tîryakî, da zanîn ku ji ber ku rewş ne diyar e heta kengî dê malbat li vir bimînin nizanin. Tîryakî, diyar kir ku wan niha xebatên xwe yên mûzîkê tev dane sekinandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me gotibû heta 20’ê mehê em dê karên xwe yên saziyê bidin sekinandin, lê li gorî rewşê dibe ku em ji ber malbatan dîrokê dirêj jî bikin. Ji bo mayîna gel me gotiye heta 20’ê mehê li vir bimînin lê dibe ev dîrok dirêj jî bibe. Îro zarok, dayîk, jin, dapîr û bapîrên me tev ji ber vê erdhejê mexdûr bûne. Di van rewşên awarte de tu kes li me xwedî dernakeve, em xwedî li hev derdikevin.”   ‘NÊZÎ 24 MALBAT MÊVANÊN ME NE’   Piştre rêveberê MED-DER’ê Mazhar Aktaş da zanîn ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve wan deriyê xwe ji gel re vekirine û nêzî 24 malbat kirine mêvan. Aktaş diyar kir ku ev malbat nêzî 125 kesan pêk tên û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Me deriyên xwe vekirin û hemû amadekariyên xwe kirin. Her wiha rojê 3 dan xwarinê em didin mêvanên xwe. Gelek xêrxwaz jî alîkarî didin me. Malbatên ku li vir dimînin malên wan xesar ditiye û hinek jî gelek tirsiyan e. Newêrin bikevin avahiyên xwe, ji ber vê jî tên li vir dimînin. Lê ev hejmara ku me destpêkê gotî tê guhertin. Çûyîn û hatin çêdibin.”   ‘HEKE MIROV KAREKÎ BI DILXWAZÎ BIKE ENCAM XWEŞ DIBE’   Aktaş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo tiştekî wiha amadekariyên me tune bûn. Lê karekî gelek xweş hat kirin û heke mirov karekî bi dilxwazî bike encameke xweş jî tê girtin. Taybet jî rêveberên me yên ciwan bi şev û roj di xizmeta mêvanan de ne. Ciwanên me hem paqijiyê dikin hem xwarinê çêdikin û hem jî ji bo ewlehiya wan li vir amade ne. Em weke saziyeke li ser çand û ziman hatiye avakirin karekî mirovahî dikin. Ez dikarim bibêjim ku hetanî ev malbat bi cih û war nebin ew ê deriyê me vekirî be û em ê vî karî berdewam bikin. Em ji xwe û hêza xwe bawer in. Em ji gelê xwe hez dikin û em vî karî dilxwazî dikin.”   MA / Bazîd Evren